DBP: Têkoşîna 50 salî ya ‘Parastina Gel’ bi banga Ocalan bingeheke nû ava dike

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da û diyar kir ku tekoşîma 50 salî ya Parastina Gel” bi banga Ocalan bingeheke nû ava dike.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBPyê piştî biryarên 12emîn Kongreya PKKyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku danezana ku PKKyê piştî 12emîn kongreya xwe ji raya giştî re ragihand, ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê destpêka pêvajoyeke nû ye.

DBPyê ragihand ku biryarên ku di kongreyê de hatin girtin, ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn wê derî ji aştiyeke mayînde re veke.

Di daxuyaniyê de her wiha tê gotin: "Tevgera Azadiya Kurd, wekî duh îro jî berpirsyariya xwe ya sazkirina jiyaneke demokratîk, pir çandî, pir bawerî û pir nasnameyî didomîne. Ji ber vê yekê jî, ji bo jiyaneke wekhev û azad bikeve meriyetê, ji bo hewldanên vê pêvajoyê bi erênî bi encam bibin divê dewlet û hikûmet gav bavêjin. Her wiha divê muxalefeta civakî û siyasî jî bi hêzeke mezin xwedî li vê pêvajoyê derbikevin."

DBPyê bal kişand ser têkoşîna nasnameyî û daxwaza statuyê ya gelê Kurd û got ku ev daxwaz di sedsala 21emîn de jî bi azadî, edalet û demokrasiyê ji nû ve tê sazkirin.

“Divê îradeyeke mezin bi pêş bikeve”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo jiyaneke hevpar ava bibe, divê îradeyeke mezin bi pêş bikeve. Ji ber vê yekê jî em car din diyar dikin ku, divê li ser esasên hiqûqa gerdûnî, li ser esasên mafên mirovan û nirxên demokrasiyê sazkirina civakeke nû pêk bê."

DBPyê daxuyand ku bi banga Ocalan a 27ê Sibatê re û bi 12emîn Kongreya PKKyê ve ji bo serkeftina vê pêvajoyê qonaxeke dîrokî ya nû dest pê kiriye.

Di beşekî din ê daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê jî, ji bo xwedîderketina îradeya çareseriyê, ji bo pêşxistina pêvajoyê di serî de qada siyasetê divê tevî dînamîkên civakî peywira xwe ya eslî û dîrokî bi cih bînin."

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku xwedîderketin û bi hêzkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê wek berpirsyariyeke dîrokî bê dîtin.