Mihemed Emîn Pênciwênî: Nêçîrvan Barzanî rol di biryarên kongreya PKKyê de lîstiye
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Penciwênî diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serkeftina kongreya PKKyê de roleke girîng lîst.
Siyasetmedar Penciwênî got, "Amerîka, Brîtanya û Fransa wekî navbeynkar di pêvajoyê de ne."
Mihemed Emîn Penciwênî bû mêvanê Bultena Navroj a Rûdawê û li ser kongreya PKKyê bersiv da pirsên Senger Ebdulrehman.
Penciwênî eşkere kir ku ev biryar di encama gotûbêjên nêzîkî salekê de hatiye dayîn.
Siyasetmedarê Kurd Penciwênî di berdewamiyê jî de got:
"Biryar di encama gotûbêjên di navbera dewleta Tirkiyeyê û Birêz Ocalan, Konseya Rêveberiya PKKyê û endamên PKKyê yên li Qendîlê de hatiye dayîn, ji ber ku gihîştine wê baweriyê ku guherînên Rojhilata Navîn û cîhanê rewşek pêk anîne ku pêwîst e PKK û Tirkiye gotûbêjan bi pêş bixin."
Wî siyasetmedarî amaje bi wê yekê kir ku PKK li ser daxwaza Tirkiyeyê kongre kiriye û biryara xwe-helweşandinê daye.
Siyasetmedar Penciwênî got, "Li gorî biryarê ji niha û pê ve ti çalakî bi navê PKKyê nayê kirin lê bi navekî din dê bê kirin."
Mihemed Emîn Penciwênî behsa rola Serokê Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya aştiyê û kongreya PKKyê de kir û got:
"Ji destpêka pêvajoyê heta niha Nêçîrvan Barzanî li ser xet bûye û rolê wî hebûye; li gorî agahiyên min ên taybet, di rojên kongreyê û piştî kongreyê jî li ser xet bûye ji bo piştgiriya kongre û bi ser xistina wê û wan biryarên dîrokî yên ku îro hatin dayîn
Ji bo qonaxa bê Birêz Ocalan û Konseya Serokatiya PKKyê hatine raspartkardin ji bo bicihkirina biryarê, ew jî dikeve ser dewleta Tirkiyeyê (Ji bo bicihkirina peyman) divê serokayetî û parlementoya wan kom bibin."
Penciwênî amaje bi paşeroja PKKyê jî kir û got: "Piştre têkoşîna siyasî, dîplomatîk û medenî dikin di nav wan rêxistinan de ku li ser bingeha PKKyê tên damezrandin bi her navî be, ne bi navê PKKyê, ev xebat jî ji bo daxwaza mafê Kurd dê be li Tirkiyeyê."
“Ocalan bi telefonê tevlî kongreyê bû”
Mihemed Emîn Penciwênî got: "Birêz Ocalan bi rêya têlefonê tevlî kongreya PKKyê bûye û gotûbêj kirine, eger ramaneke cuda jî hebûye di rêya wê pêwendiyê de wan ew nîqaş kirine.
Birêz Ocalan girîngiya biryaran di meydana navneteweyî û Tirkiyeyê de ji beşdarên kongreyê re gotiye."
Bi gotina wî siyasetmedarî, têkoşîna pêşerojê ya PKKyê “têkoşîna siyasî û dîplomatîk dê be di nav Tirkiyeyê de, ev jî eger pêvajo bi pêş bikeve û ew sozên Tirkiyeyê dane Îmraliyê bi navbeynkariya Amerîkiyan bên bicihkirin."
Bi gotina Penciwênî, "Kongreya PKKyê di bin ewlehiya parastina Amerîkiyan de hatiye kirin ku hêzên Kurd jî piştgiriya wê kirine.
Divê efûya giştî di parlamentoya Tirkiyeyê de derkeve, wê demê têkoşîna siyasî di nav Tirkiyeyê de dest pê dike; garantî hebe ku serkirdeyên payebilind ên PKKyê jî vegerin Tirkiyeyê, îhtîmal heye garantî ji aliyê welatên wekî Fransa û Amerîkayê ve were kirin."
Mihemed Emîn Penciwênî got: "PKK û birêz Ocalan tiştê ku li ser milê wan bû kirin, tiştê ku maye dikeve ser Tirkiyeyê, ka çi gavekê diavêje, gelo parlemanto behsa wê yekê dike û destûrê diguherîne?
Ev hemû erkê Parlamentoya Tirkiyeyê ne."
Ew siyasetmedar behsa wê yekê jî kir ku li gorî destûra Îraqê, eger PKK herêman vala bike divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê cihê wan tijî bikin.