Abdurrahman Kurt: Ocalan dê zêdetir tevlî pêvajoyê bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Abdurrahman Kurt li ser biryara xwefesixkirina PKKyê got, "Bi bêdengbûna çekan daxwaz êdî nayên terorîzekirin, bingeheke gotûbêjê ya saxlemtir dê çêbibe."
Li gorî gotina Abdurrahman Kurt Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê zêdetir tevlî pêvajoyê bibe.
Parlamenterê dewra 23yan ê AK Partiyê Abdurrahman Kurt bû mêvanê Rûdawê biryara xwefesixkirina PKKyê nirxand.
Siyasetmedarê Kurd Abdurrahman Kurt anî zimên ku biryara PKKyê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî li ser bangî Ocalan hatiye standin û got, vê yekê pêvajoyeke nû ji bo Tirkiyeyê daye destpêkirin.
Kurt behsa fikrên Abdullah Ocalan jî kir û wiha got, "Ocalan, ji salên 1990î vir ve diparast ku dema têkoşîna çekdarî ya rêxistinê xilas bûye û pêwîst e li qadên demokratîk têkoşîn were meşandin.
Rêxistinê di kongreya xwe ya dawî de li gorî vê bangê biryara çekdanîn û xwefesixkirinê standiye.”
"Pêvajoya teknîkî ya ji bo çekdanînê dest pê dike"
Kurt destnîşan kir ku piştî biryarê tê payîn pêvajoyeke di asta teknîkî de di navbera dewlet û rêxistinê de dest pê bike û got, "Ev pêvajo ne tenê bi çekdanînê sînordar e.
Entegrasyona civakî ya kesên ku ji rêxistinê veqetiyan, rêkxistinên yasayî yên di çarçoveya demokratîkbûnê de dê li ser rojevê bin."
Abdurrahman Kurt diyar kir ku nêzîkatiyeke bêhtir nerm ji bo girtiyên nexweş, çareserkirina kêmasiyên sîstema cezayê û rêkxistinên demokratîk ên derbarê sepandina qeyûman de jî di nav mijarên sereke yên vê pêvajoyê de ne.
Abdurrahman Kurt anî zimên ku tê payîn Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de roleke çalaktir bigire ser xwe.
Li gorî gotina Abdurrahman Kurt îhtimal heye ku ji bo Ocalan hevdîtinan bi kesên cuda yên civakê re bike hin guhertin bên kirin.
Kurt anî zimên ku ev yek bi tekeziya li ser "rola pêşengtiyê" ya Ocalan di biryara kongreyê de li hev dike.
Demokratîkbûn û destûra nû di rojevê de ye
Kurt anî zimên ku pêkan e xebatên destûra nû ya Tirkiyeyê jî bi vê pêvajoyê re bi hev re bimeşin û tekezî kir ku ev pêvajo ne tenê bi PKKyê re têkildar e, bi daxwaza destûreke hêj bêhtir hevgirtî ya hemû beşên civakî re jî girêdayî ye.
Abdurrahman Kurt destnîşan kir ku guhertinên yasayî yên têkildarî Kurd û azadiyên din dikarên werin rojevê û diyar kir, bi rakirina tundiyê re daxwaz êdî nayên "terorîzekirin", ev jî dê bingeheke gotûbêjên demokratîk ên saxlemtir ava bike.
"Partiyên siyasî piştgiriyê didin pêvajoyê"
Siyasetmedar Kurt destnîşan kir ku nêzîkatiya erênî ya AK Partî, MHP, CHP û DEM Partiyê ya li hemberî vê pêvajoyê dikarê rêkxistinên nû yên destûrî pêkan bike û pê de çû:
“Di dema borî de komîsyona destûrê hat avakirin lê ji ber berxwedana mixalefetê encam nehat standin. Lê îro helwesta hêj bêhtir lihevhatî ya CHPyê, ji ber hevkariya wê ya bi DEM Partiyê re, dikarê rêreformên yasayî veke."