Devlet Bahçelî: Spasiya Ocalan û DEM Partiyê dikim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyaniyek belav kir û spasiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û DEM Partiyê kir.

Bahçelî diyar kir ku tovên aştiyî hatine çandin û gul vebûne.

Her wiha Bahçelî got,” Tovên aştiyê yên ku bi ked, sebir û fedakariyê li her derê welatê Tirk hatine çandin, bi hêvî hatine avdan, di encamê de şax û pel derxistine û gul vekirine.

Daxuyaniya nivîskî ya Devlet Bahçelî wisa ye:

“Dewleta Komara Tirkiyeyê bi çarenivîsa xwe ya ron, bi şêwirmendiya hevpar a ku aqilê hevbeş dixebitîne, bi tabloya yekîtî û piştgiriya neteweyî, di heman demê de bi bingeha edaletê ku bingeha mulkiyetê ye, bêguman bi pêkanîn û taahuda kevneşopiya exlaqî ya ku digihîje sedsalan, li ber deriyekî dîrokî ye.

Tovên aştiyê ku bi ked, sebir û fedakariyê li her deverên welatê Tirk hatine çandin, bi hêviyê hatine avdan, di encamê de xunçik dane û gul dane.

Her çiqas zehmetiyên ku heta îro hatine kişandin, astengiyên ku hatine derbaskirin, belayên ku hatine dîtin, berdêlên ku hatine dayîn, xwînên pak ên şehîdan ku hatine rijandin wekî agir ket bin dilên neteweyî jî, ti şikestin û tengasiyên siyasî û sosyolojîk ên ku dê yekîtî û biratiya me ya neteweyî winda û bêkêr bike, çênebûne.

Hurmet, hezkirina û girêdana Tirk û Kurd ji hev re di hebûna gelê hêja yê Tirk de tecellî û temerkuz kiriye, bi vê yekbûnê ti nîşane yan delîlên veqetîn, parçebûn an qels bûnê di vê têkiliyê de nehatine dîtin.

Dema ku siya tarî ya zincîre û reaksiyonên şer û pevçûnan ên li seranserê cîhanê gelek aliyên mirovahiyê û erdnîgariyê di bin bandor û hukmê xwe de girtine, Sedsala Tirkiyeyê bi hişyarbûna aştîî û aramiyê hatiye tesîs, taltîf û tomarkirin û şahidê pêşketineke mezin û her wiha şahidê herikîneke dîrokî ya hêja ye.

Rêxistina terorê ya cudaxwaz a PKK ku 27ê Çiriya Paşîn a 1978an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hatiye damezirandin û çalakiya xwe ya yekem a çekdarî 15ê Tebaxa 1984an li Sêrtê û Şemzînanê pêk aniye, di navbera 5-7ê Gulana 2025an de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryarên li gorî banga 27ê Sibatê ya Îmraliyê wergirtin.

Di vê çarçoveyê de PKK îro serê sibê daxuyand ku dest ji çekan berdaye û hebûna xwe ya rêxistinî fesh kiriye. Bi vî awayî belaya PKKyê dê bi dawî bibe û rûpela bi xwînê ya 47 salan, ku bi xiyanetê hatiye nivîsandin, ez hêvî û daxwaz dikim ku êdî dê neyê vekirin.

“Ev pêşketineke dîrokî ye”

Bêguman ev pêşketina dîrokî dê xwediyê encamên pir girîng û taybet be, dem û qonaxa pevçûnên çekdarî yên ku bi pêşveçûn û geşbûna siyaset û demokrasiyê êdî dema wan bi dawî hatî, dê bi bîranînên tehl û dersan ji paş de bimîne.

Partiya Hareketa Neteweperest ji 22ê Çiriya Pêşîn a 2024an ve armanca Tirkiyeya bêteror bi biryarî parast û neketiye nava xefka îstîsmarê ya ku roj bi roj mezintir dibe û her wiha neketiye nava fikrên berdevkî.

Partiya me û Hevpeymaniya Gel bi ti awayî gaveke paşve neavêtiye, bi taybetî Îmralî û DEM Partiyê bi hûrgilî û bi baldarî xwendina risk û gefên ku Tirkiyê digirin ber xwe kirine.

“Ez bi vê qoxa îro serbilind im”

Li gorî yekîtiya dest, yekîtiya hêzê, yekîtiya baweriyê, yekîtiya çalakiyê û yekîtiya çarenivîsa hevpar; teror û cudaxwaziyên ku bi dehan salan weke giraniyekê li ser pişta Tirkiyeyê bûn, zehmetiyên wan zêdetir dibûn, ji aliyê me ve hatine astengkirin û bi alîkariya Xwedê encam hat standin. Bi şexsî, bi vê nuqteyê, ez dixwazim her kes bizanibe ku ez bi halê ruhî yê serbilindiyê ve tijî me ku ana herî taybet û bêhempa ya jiyana xwe ku ji bo gel û welatê xwe hatiye weqifkirin, heta kurahiya hestiyên xwe hîs dikim. Ji bo pêşerojê jî hewceyî bi hereket û reftara baldar, sersar û bi aqil heye û ev bi giringî tê nirxandin.

Divê ev xalên jêrîn, bi hev re, bi vicdana hevbeş û bi pratîkî were nirxandin;

Ka çek dê kengî, li ku derê û di bin çi mercan de, di çi sînor û çarçoveyê de werin danîn, Kesên ku dê şopandina teknîkî û çavdêriyê bikin, wê kî bin û çawa dê pêk were, bi analîzkirina parametreyên dem û cih dê çawa û bi çi rengî kontrolkirin û çavdêriya derbasbûna ji PKKyê ku hatiye fesixkirin ber bi PYD/YPGyê ve di heman demê de û bi hevahengiyê were pêkanîn an na, dê çawa endamên rêxistinê ku dest ji çekan daye bên veqetandin, li gorî kesên ku tevlî sûcan bûne û nebûne û çi tedbîr dê ji bo rêveberiya PKKyê werin stendin bi çi sînor û çarçoveyê, wekî din divê di nav reformên siyasî û hiqûqî ku siyaseta sivîl û demokrasiyê xurt dikin, gavên stratejîk û qanûnî ku dê biratiya hezar sal û îradeya bi hev re jiyanê piştrast bike û pêş bixe dê çawa werin destnîşankirin.

“Aştî divê mayînde be”

Atmosfera aştiyê, hawîrdora ewlehiyê bêguman divê mayînde û rastî be.

Divê bataqlîxa pêşhukim were şikandin, devjeniya beredayî bi dawî were, pevçûnên ku bi planê pêktên û di sahneyê de ne, bisekinin û divê kevaneyên parastina tevgerên bê prensîb, bê exlaq û dijberhev bên girtin. Nabe ku were jibîrkirin ku dilên reşbûyî, wijdanên hişkbûyî, hesabên biçûk, dilxwaziyên seqet dê hewldanên werin dayîn bo lihevkirinê dê beyhûde bike û şitilên aştî û biratiyê dê ji hal bixîne.

Aşkera ye ku Komara Tirkiyeyê ti carî kesayeta xwe ya hiqûqî bi şaşiyên wek înkar, îmha, asîmîlasyon û jenosîdê lekebar nekiriye. Ew jî rastiyeke dîrokî ye ku diyar e ku ti endamê gelê Tirk wek xerîb û bêgane nehatiye dîtin û bi belge ye.

Ev welat ya hemû kesî ye, ev niştiman rûmet û şerefa her kesî ye ku li ser vê axê dijî. Tirk û Kurd ji ezal heta ebed yek in û bi hev re ne. Ti plan û xiyanetên hundirîn û derve dê nikaribin vê yekîtiyê têk bibin û dê nikaribin me bikin hepsî û girêdayî qeyranê.

“Îro serkeftina siyaset û demokrasiyê ye”

Bila her kes çi dibêje bila bibêje, bila kesên ku dixwazin ji îdiayên statûkoparêz û ji ber ku fikrên wan ji ezberan dixwînin û êdî marjînal in, baweriya xwe girê didin, meşaleya Tirkiyeya bêteror hatiye pêxistin. Îro serkeftinên aştî û biratiyê ye. Îro serkeftina siyaset û demokrasiyê ye.

Îro serkeftina gelê Tirk ji rojhilat heta rojava, ji başûr heta bakur e. Komara Tirkiyeyê ye, heta gelên dost û biratiyê ên li erdnîgariyên cîran e. Wek tê zanîn, terorîzm, ji bo gihîştina encameke bingehîn û dawîn ku bisekine ku bes e civakê biguherîne an jî avahiyekê biguherîne, bi armanca ku tesîr li ser gelek kesan û derdorê bike, bi niyeta ku ev tesîr herî zêde be, li dijî armancên taybet ên hilbijartî ku tên kirine hedef, sîstema pêkanîna yan jî gefxwarinê ya ku dixwaze tim tirs û xirabkariyê çêbike û ku di navbera êrişkir û kesên êrişlêbûyî de eleqeyeke rasterast nîne.

Ev sîstema şiddetê teror e, pêkanînerê wê terorîst e, mexdûrê wê mirovahî û nirxên wê ne. Ev pêvajoya qir û xirabkirin a li dijî mirovahiyê li welatê me dê bi îznê Xwedê bi dawî bibe. Li deşt û çolên me dê gul werin çinîn, li çiyayên me dê bayê hevçarenivîsiyê û biratiyê ku qet nabirre serdest bibe.

Sîstema Hikûmeta Serokatiyê qonaxa sêyem a Komara Tirkiyeyê ye. Fesixbûna rêxistina terorê jî armanca yekem a sedsala nû ye ku gihiştinê. Ji niha pê ve, dê bi awayê bi heyranî were dîtin ku em dê dest bi dest bi rêya dû armancên xwe yên neteweyî û nihaiyî ve bimeşin û ev dê rastiyeke jiyan, siyaset û hebûna neteweyî ya hişyar û xwedî hêz be. Bi vê wesîleyê ez Sirri Sureyya Onderê merhûm ku di 3yê Gulana 2025an de çû dilovaniya Xwedê û ji dil ji bo armanca Tirkiyeya bêteror xizmet kir, bi rehmetê bibîr tînim û dibêjim, bila cihê wî bihuşt be.

“Spasiya Erdogan, Ocalan û DEM Partiyê dikim”

Ez dixwazim sipasiya xwe pêşkêşî Serokkomarê hêja bikim ku armanca Tirkiyeya bêteror kiriye polîtîkayeke dewletê û bi fedakariyeke mezin helwest û sekna xwe nîşan daye, hevkarên wî ku di partî û bûrokrasiya dewletê de bûne mîmarên Tirkiyeya bêteror. Serokê damezrînerê PKKyê Abdullah Ocalan, ku bi banga aştî û civaka demokratîk a 27ê Sibatê berpirsiyariya dîrokî wergirtiye. Şandeyên ku trafîka hevdîtin û têkiliyan di navbera Îmralî-DEM Partî-Qendîlê de dimeşînin, Herseorokên DEM Partiyê, rêveber û parlamenterên wê, her welatparêzê ku xwedî li biratiya Tirk û Kurd derketiye, bêguman bi rêzdarî sipasiya rêveberên Artêşa Tirk û hemû lehengên me yên di zincîra hîyerarşîk de ne dikim.

Ez şehîdên me yên hêja bi rehmetê bibîr tînim û ji bo birîndaran jiyaneke dirêj û bi tenduristî dixwazim. Bi rêzdarî silavan li gelê mezin ê Tirk dikim û ji Xwedayê xwe dixwazim da ku guhertinên dîrokî û biryarên li ser Tirkiyeya bêteror ji bo hemûyan bimbarek bin.”