Mezlûm Ebdî: Leyla Qasimê rûmeta Kurdan parast

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî got, “Leyla Qasim mînaka serbilindî û serfiraziya jina Kurd e ku bi hevalên xwe re rûmeta Kurdan parast."

Îro 52 sal di ser şehîdkirina xwendekar û xebatkara rêya rizgariya Kurdistanê Leyla Qasimê re derbas dibin.

Leyla Qasim û 4 hevalên xwe 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Beasê ya Îraqê ve hat îdamkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi helkefta salvegera şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê peyamek belav kir.

Peyama Mezlûm Ebdî

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de Leyla Qasim û hevalên wê bi bîr anîn û got:

“Leyla Qasim, keça Başûrê Kurdistanê, mînaka serbilindî û serfiraziya jina Kurd e ku bi hevalên xwe re rûmeta Kurdan parast.

Em Leylayê û hemû jinên ku di rêya azadiyê de canê xwe daye, bi bîr tînin. Em dê li ser şopa ‘Bûka Kurdistanê’ têkoşîna azadiyê bidomînin.”

Leyla Qasim û hevalên wê kî bûn?

Leyla Qasima ku bi navê "Bûka Kurdistanê" jî tê naskirin, sala 1952yan li Xaneqînê ji dayîk bû.

Ew 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Beasê ve li gel hinek ji hevalên xwe hat îdamkirin.

Sala 1974an, 5 ciwanên Kurd ji aliyê hikûmeta Beasê ve hatin îdamkirin.

Ew ciwan Leyla Qasim, Nerîman Fûad Mestî, Cewad Hemewendî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran bûn.

Saet 07:00ê sibehê 12ê Gulana 1974an, ew her pênc ciwan hatin bidarvekirin.

Nûçeya bidarvekirina Leyla Qasimê di medyaya cîhanî ya wê demê de deng veda û îdamkirina wê wekî bidarvekirina yekem jina di dîroka siyasî ya Îraqê de hat qalkirin.

Piştî şehîdkirina wan, dema ku malbatên wan termên wan wergirtin, dîtin ku çavên şehîd Azad hatine derxistin.

Her wiha di dema îdamê de her du milên wî şikestibûn û laşê wî bi kêran hatibû birîndarkirin.