Sedat Ulugana belgeyeke dîrokî ya li ser neteweperweriya Kurdan belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkoler Sedat Ulugana belgeyeke dîrokî ya ku ji sala 1929an maye derxist holê.

Sedat Ulugana li ser hesabê xwe yê Xê ev belgeya ku li Başûrê Kurdistanê hatiye belavkirin parve kir û bal kişand li ser girîngiya wê ya siyasî.

Analîza Sedat Ulugana

Sedat Ulugana diyar kir ku ev belavoka ku fîgura "xençerê" li ser e, nîşan dide ku neteweperweriya Kurdan a wê serdemê ne tenê şiyarbûneke etnîkî bûye, her wiha bertekeke bihêz a siyasî ya li dijî mêtingerî, navendîbûn û veguhastina çavkaniyan bûye.

Ulugana da zanîn ku di belgeyê de 3 xalên sereke derdikevin pêş:

  1. Newekheviya aborî ya ku ji aliyê birêvebiriya navendî ya Ereban a li Îraqê ve tê kirin.
  2. Rexneya asîmîlasyona çandî ya ku bi rêya tasfiyekirina zimanê Kurdî tê meşandin.
  3. Mobîlîzasyoneke siyasî ya mîlîtanî-fedayî ku li dora têgehên "îxanet" û "azadiyê" teşe girtiye.

Ulugana destnîşan kir ku ev belge ne tenê metnekî propagandayê ye her wiha arşîva xeyalên siyasî, hêrs û şikestina Kurdan a di serdema mandaya Îraqê de ye.

Belge 16ê Nîsana 1929an li Hewlêrê bi îmzeya "Komalî Fedayî Kurd" (tê texmînkirin ku şaneyeke girêdayî cemiyeta Hîwayê be) hatiye weşandin.

Naveroka belgeya sala 1929an

Di belgeyê de wiha tê gotin:

"Ey Kurdên ku keç û kurên gelekî bihêz in; navê me dê heta roja qiyametê bi cesaret were bibîranîn. Mizgînî li we be. Roja me hiltê.

Ey Kurdên bindest, hûn pê nahesin ku ji aliyê hikûmeta Îraqê ve xwîna me tê mijandin?

Ey Kurdên wêrek ên ku li rêya xwe digerin, çima hinek dibin xwediyê malê û em dibin xizmetkar?

Hinekî li ser dîroka me bifikirin. Ji roja ku Ereban di bin navê 'Hikûmeta Îraqê' de hikûmeta xwe ava kir, paşeroja me di tariyê de winda bûye. Ji ber ku wan ti alîkarî nedane me. Berovajî vê, zimanê me yê fermî, li dibistanên me kirin Erebî û bi vî awayî em neteweya xwe bi temamî winda dikin.

Li welatê li rojavayê Îraq û Basrayê binêrin; bi bacên ku ji Deşta Dizeyî (Hewlêr) hatine girtin, makîneyên curbicur ên av û elektrîkê û kanal hatine çêkirin. Lê belê em bi xemgînî dipejirînin ku li lîvayên Kurdan em hîn jî neçar in ku di çirayên xwe de rûnê reş bi kar bînin. Hinekî bidin ber hev.

Ey Kurdên wêrek, em her roj mirinê bi çavên xwe dibînin (dagirkirina Kurdistanê bînin bîra xwe). Êdî şev borî û roj hiltê.

Ey serokên Kurdan, ey ên ku bi rastî Kurd in! Tê zanîn ka xayîn kî ne. Divê hûn di nava 15 rojan de biryara xwe bidin û ji bo azadiya Kurdan bixebitin; naxwe zanibin ku hûn dê ji niha û pê ve wekî mirî werin hesibandin. Cemiyeta Xwebexşên Kurd amade ye ku mirovên bi vî rengî bikuje."