Wezareta Karên Navxwe ji bo parastina jîngehê biryarên nû derxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo parastina jîngehê û rêlibergirtina zêdegaviyan komek biryarên nû derxist.
Li gorî van biryarên nû, her kesê ku jîngehê pîs bike yan zêdegaviyê li ser milkê giştî bike, dê bi pereyan were cezakirin ku ev ceza heta 8 milyon dînarên Îraqî diçe.
Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed bi nivîseke fermî hemû aliyên peywendîdar ji bo bicihanîna 8 biryarên taybet ên li ser jîngehê agahdar kirin.
Ev gav di çarçoveya dayîna girîngiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo jîngehparêziyê û parastina xwezaya Kurdistanê de hat avêtin.
Li gorî biryaran, fermangehên jîngehê yên li parêzgeh û îdareyên serbixwe, bi hevahengiya li gel hêzên asayîşa navxwe, xwedî desthilat in ku li gorî cure û mezinahiya karê ku hatiye kirin heta 8 milyon dînarên Îraqî cezayê darayî li xelkê bibirin.
Di vê çarçoveyê de tîmeke hevbeş ji polîs, asayîş û polîsên daristan û jîngehê tê avakirin.
Ev tîm dê li cihên geştyariyê bigerin û her welatiyê ku jîngehê pîs bike dê were cezakirin.
Bikaranîna plastîkê tê kêmkirin
Wezareta Karên Navxwe diyar kir ku divê ji bo kêmkirina bikaranîna naylon û plastîkan xebat werin kirin û li şûna wan kaxiz were bikaranîn.
Her wiha şewitandina paşmayên çandiniyê yên wekî pûş û pelaş piştî werzê dirûnê bi temamî hat qedexekirin ku rê li ber şewatan û zererdayîna jîngehê were girtin.
Ew 8 xalên ku di daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe de hatine nivîsandin:
- 1-Desthilata fermangehên jîngehê ya ji bo birîna cezayê darayî ya heta 8 milyon dînarî.
- 2-Avakirina tîmên gerok ên hevbeş ji bo cezadanê.
- 3-Qedexekirina şewitandina pûş û pelaş piştî werzê dirûnê.
- 4-Avakirina komîteyên taybet ji bo rakirina zêdegaviyên li ser daristan, çavkaniyên avê û milkê dewletê.
- 5-Teşwîqkirina kargehan a ji bo hilberîna kaxiz û bikaranîna wê ya li şûna naylon û plastîkê.
- 6-Zêdekirina nûnerên Wezareta Çandiniyê û fermangeha bersivdana krîzan ji bo komîteyên jîngehê.
- 7-Raspardina parêzgaran ji bo civînên mehane û şopandina parastina hevsengiya xwezayê.
- 8-Belavkirina hişyariya jîngehê û naskirina cezayan bi rêya medyayê.