Behrî hat firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Behrî bi 500 hezar lireyî (nêzîkî 11 hezar dolaran) hat firotin.

Ev conegayê bi navê “Behrî” li navçeya Panosê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê ji bo qurbanê hatibû xwedîkirin û bi 500 hezar lireyî hat firotin.

Conegeyê sîmental tonek û 190 kîlo bû û li benda bikirê xwe bû.

Harun Karabaşê ku li Panosê ajeldariyê dike, conegeyê xwe yê ku navê "Behrî" lê kiriye û bi nazdarî xwedî kir û ew bi 600 hezar lîreyî (13 hezar dolar) da ber firotinê.

Lê bikiran lê ber bazarê da û Behrî piştî bazareke bi bigirvekêş bi 500 hezar lireyî ji xwediyê wî kirî.

"Me kedeke mezin da”

Harun Karabaş diyar kir ku Behrî yek ji ajelên herî biha yên Panosê bû û got:

"Me kedeke mezin da xwedîkirina vî heywanî û heywanên xwe yên din. Bira ji kesê kirî re li ser xêrê be."