Malbatên herî qelebalix li Şirnex, Riha û Êlihê ne

Hewlêr (Rûdaw) – TUÎKê ragihand ku malbatên herî qelebalix li parêzgehên Şirnex, Riha û Êlihê ne.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) îro "Amarên Malbatê yên 2025an" eşkere kirin.

Li gorî amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya hejariyê ji sedî 20,6 e.

Her wiha ji sedî 57,1ê xelkê xwediyê xaniyê xwe ye.

Zewaca di navbera xizman de

Li gorî amaran sala 2025an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji sedî 8ê zewacên kesên ji 16 salî mezintir di navbera xizman de (wekî pismam, dotmam, xal û metan) çêbûne.

Rêjeya herî zêde ya zewaca xizman li parêzgehên Mêrdîn, Riha û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê ye.

Li Mêrdînê rêjeya zewaca xizman ji sedî 19,7 e, li Rihayê ji sedî 18,8 e û li Sêrtê jî ji sedî 16,7 e.

Rêjeya herî kêm a zewacên xizman jî li parêzgehên Edîrne, Kirklareli û Çanakkaleyê yên Tirkiyeyê ye.

Ev rêje li Edîrneyê ji sedî 1,2 ye, li Kirklareliyê ji sedî 1,5 e û li Çanakkaleyê ji sedî 2 ye.

Wekî hejmar jî rêjeya herî zêde ya zewacên di navbera xizman de li Riha, Mêrdîn û Sêrtê ye.

Ji sedî 16,9ê zewacên li Rihayê di navbera xizman de pêk hatine.

Ev rêje li Mêrdînê ji sedî 11 ye û li Sêrtê jî ji sedî 10,8 e.

193 hezar kesan hev berda

Li gorî amarên dozên ku bi dawî bûne, sala 2025an 193 hezar û 793 kesan hev berdaye.

Di encamê de welayeta 191 hezar û 371 zarokan ji dayîk an jî bavê wan re hatiye dayîn.

Ji sedî 74,6ê zarokan li cem dayîka xwe û ji sedî 25,4ê zarokan jî li cem bavê xwe mane.

Her wiha li gorî amaran ji sedî 20,6ê xelkê di asta hejariyê de dijî.

Ji sedî 57,1ê xelkê xwediyê xaniyê xwe ye, ji sedî 27 kirêkar in, ji sedî 0,9 di lojmanan de (xaniyên saziyên hikûmî) rûdinin.

Her wiha ji sedî 15ê xelkê her çi qasî ne xwedî xanî bin jî kirê nadin.

Malbatên herî qelebalix li Bakurê Kurdistanê ne

Li gorî amarên Pergala Tomarkirina Nifûsê ya Navnîşanê, li her maleke Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kêm zêde 3,08 kes dijîn.

Ev rêje sala 2008an 4 bû û nifûsa malbatan sal bi sal kêmtir dibe.

Malbatên herî qelebalix li parêzgehên Şirnex, Riha û Êlihê ne.

Li Şirnexê di her malbatekê de kêm zêde 4,84 kes, li Rihayê 4,63 kes û li Êlihê jî 4,43 kes dijîn.

Malbatên herî biçûk jî li bajarê Dêrsimê yî Bakurê Kurdistanê ne.

Li Dêrsimê hejmara endamên malbatan kêm zêde 2,49 kes in.

Ev rêje li parêzgeha Giresunê ya Tirkiyeyê 2,5 e û li Çanakkaleyê jî 2,51 kes e.