PWK: Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê li hêviya yekrêziyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê ragihand ku Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê li hêviya yekrêziyê ne.
Leyla Qasim û 4 hevalên wê Adara 1974an, piştî ku hikûmeta Îraqê dest bi êrişên li ser Kurdistanê kir, li Bexdayê hatin girtin.
Leyla Qasim û her çar hevalên wê roja 12ê Gulanê ya 1974an li Bexdayê ji aliyê rejîma Beasê ve hatin bidarvekirin.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera 52yemîn a darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê de daxuyaniyek belav kir.
PWKê da zanîn ku xwedîderketina li şehîdan bi yekrêziya nav mala Kurdan dest pê dike.
PWKyê bi bîr anîn ku Leyla Qasim û hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn û got:
“Zilm û zordariya rejîma Beasê ya Îraqê, hesta azadîxwazî û têkoşîna ji bo bidestxistina mafên neteweyî di dilê Leyla Qasim de geş kir.”
Li gorî daxuyaniya PWKê, Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû û ew bi şkenceyên hovane yên celadên Beasê ji helwesta xwe ya neteweyî venegeriya.
Bi cilên Kurdan çû ber sêdarê
PWKyê destnîşan kir ku Leyla Qasim bi cilên Kurdan û bi xwendina sirûda "Ey Reqîb" çû ber sêdarê û beriya darvekirinê wiha got:
"Piştî bidarvekirina min, bi hezaran Kurd hişyar dibin. Ez gelekî xweşhal û serbilind im ku canê xwe di rêya rizgariya Kurdistanê de feda dikim. Ez bi van cilên Kurdan, dibim bûka Kurdistanê."
"Yekrêziya nav mala Kurdan wezîfeyeke niştimanî ye"
PWKê di daxuyaniya xwe de Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û daxwaza yekîtiyê kir û got:
"Em di wê baweriyê de ne ku rêzgirtin û xwedîderketina li doz, ked û têkoşîna Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê, beriya her tiştî bi yekrêziya nav mala Kurdan dest pê dike.
Ev wezîfeya neteweyî û niştimanî, beriya her kesî li ser milê hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye."