Qubad Talebanî: Emê bi berpirsên Ewropayê re behsa referandumê bikin

Bruksel (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, ew dê di vê serdana xwe de peyama lidarxistina referanduma Herêma Kurdistanê bigihînin berpirsên Yekîtiya Ewropayê.

 

Qubad Talebanî ku îro tevî şandeke Herêma Kurdistanê bi serdanekê gihîşt Brukselê, da ku li gel berpirsên Belcîkayê Yekîtiya Ewropyê re hevdîtinan pêk bîne.

 

Di daxuyaniyekê de, Qubad Talebanî ji Rûdawê re ragihand, ew dê li gel berpirsên pilebilind ên Belcîka û Holandayê bicivin û behsa proseya referanduma Herêma Kurdistanê bikin.

 

Derbarê acendaya civînan de, Talebanî got: “Li gel berpirsên Ewroapyê, me behsa şerê terorê kiriye, herwiha me behsa çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kiriye.”

 

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî jî dike, ku welatên Ewropayê piştevaniyê li referanduma Herêma Kurdistanê bikin.

 

Îro duşembî 12ê Hezîrana 2017ê, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser vexwandina fermî ya Yekîtiya  Ewropayê û Wezareta Derve ya Holandayê ber bi paytexta Belcîka û navenda Yekîtiya Ewropayê bajarê Brukselê birê ket.

 

Biryar e Talebanî û şanda pê re piştre serdana Holandayê jî bikin û bi berpirsên wî welatî re jî bicivin.