Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro bi fermî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir.

 

Di merasima erkdarkirinê de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd û Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê dadwer Bengîn Qasim Mihemed jî amade bûn.

 

Li gor yasayê, serokwezîr piştî ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve tê erkdarkirin, 30 rojan derfeta wî heye ku kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne.


Roja Sêşemî 11ê Hezîranê, Parlamentoya Kurdistanê bi 87 dengan ji 97 parlamenterên amade di civînê de, Mesrûr Barzanî ji bo serokwezîriyê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kiribû.




Serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî derbarê erkdarkirina xwe de ragihand: “Têkildarî destnîşankirin û erkdarkirina min ji bo serokatiya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi pêwîst dizanim ku spasiya xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, polîtboru, encûmena serkirdatî û cemawerê PDKê bikim, li hember destnîşankirina min weke berbijêrê PDKê yê ji bo vî postî, herwiha spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê tevî hemû fraksyonên wê dikim ji bo destnîşankirina min û spasiya birêz Serokê Herêmê jî dikim, ji bo erkdarkirina min bo pêkanîna kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

 

Mesrûr Barzanî herwiha da xuyakirin: “Spas ji bo baweriya we û ezê hewl bidim bi alîkariya hemû wan aliyên ku biryar dane beşdarî di kabîneyê de bikin, di dema diyarkirî de pêkhateya kabîneya nehem pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bikim, daku herî zû em bikarin xizmeteke hêjayî gel û niştimanê xwe dest pê bikin. Hêvî dikim hemû aliyên peywendîdar alîkarê me bin, ji bo ku herî zû em vê proseyê bigihînin encamê.”

 

Îro danê sibê Endama Komîteya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, Xedîce Omer ji Rûdawê re gotibû, îro Çarşemî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê berbijêrê serokwezîriyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar bike.