Serokê Herêma Kurdistanê îro Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar dike

Hewlêr (Rûdaw) – Endama Komîteya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, Xedîce Omer dibêje, îro Çarşemî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berbijêrê serokwezîriyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar dike.

 

Xedîce Omer ji Rûdawê re ragihand: “Hemû rêkarên yasayî hatine encamdan û ti astengek nemaye. Serokê Parlamentoyê jî got, dê bi zûtirîn dem destnîşankirina serokwezîr ji Serokê Herêma Kurdistanê re bişîne. Lewma jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dê îro Çarşemî 12ê Hezîranê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar bike.”

 

Li gor yasayê, serokwezîr piştî ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve tê erkdarkirin, 30 rojan derfeta wî heye ku kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne.

 

Endama Komîteya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, Xedîce Omer ku endama Fraksyona PDKê ye, tekez kir: “Heya niha çend civîn li gel aliyan hatine kirin û postên wezaretan jî di navbera aliyên beşdar di hikûmetê de hatine parvekirin, lewma tê çaverêkirin, piştî erkdarkirin, Mesûr Barzanî berî dema diyarkirî û di demeke kêmtir ji 30 rojan de hikûmetê pêk bîne.”

 

Partiya Demokrata Kurdistanê di gera pêncem a hilbijartinên 30ê Îlona 2018an ên Parlamentoya Kurdistanê de, bûbû hêza yekem û 45 kursiyên parlamentoyê misoger kir.

 

Piştî wê serkeftinê, PDKê bi fermî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê weke berbijêrê xwe destnîşan kiribû.

 

Rojek piştî merasima sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê, di civîna Parlamentoya Kurdistanê de ji 97 parlamenterên amade, Mesrûr Barzanî bi dengê 87 parlamenteran weke serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin.