AGIRÎ – Bi rêya enerjiya rojê ava xwe belaş dabîn dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Gundê Teperiz li parêzgeha Agiriyê, pirsgirêka nebûna avê û xerciyên zêde, bi rêya enerjiya rojê çareser kirine û niha ava xwe belaş dabîn dikin. Muxtarê gund dibêje ku bi vê çareseriyê êdî serê xelkê gund rehet bûye û ti malek bê av nemaye.Bi taybetî jin, gundî ji çareserkirina pirsgirêka avê gelek kêfxweş in.
Xelkê Gundê Teperiz ê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ku 250 mal lê hene, pirsgirêka nebûna avê û xerciyên zêde bi rêya enerjiya rojê çareser kirine û niha ava xwe belaş dabîn dikin.
Muxtarê gund Bayram Tilaver dibêje: “Herkes bextewer e, kesên li derve jî, pêştir kesên li derve li Stenbol dijiyan aciz bûn, ji ber dayik û bavên wan gazinên xwe digihandin wan û digotin ava me nîne, em nikarin pereyên avê bidin. Niha sibehê çawa roj derdikeve heta êvarî dixebite. Bi şev jî embara avê heye. Ti malek bê av namîne.”
Bi rêya 56 panelên enerjiya rojê ava kaniya li nêzîk gund ji kîlometreyekê dûr bo nav malan tê veguhestin. Bi taybetî jin, xelkê gund ji çareserkirina pirsgirêka avê gelek kêfxweş in.
Welatî Reyhan Kahraman jî got: “Berê av û elektirîka me nebûn, me gelek zehmetî dîtin. Şikir ji Xwedê re niha av û elektirîka me heye.”
Bi avakirina sîstema enerjiya rojê xerciyên gundê Teperizê ji bo avê mehane ji 15 hezar lîreyan bo 700 lîreyan daketiye. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her diçe sîstema enerjiya rojê zêdetir dibe.