DIHOK - 2 xwişk ‘bê hemdî’ hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Bişîryanê ya bajarokê Berdereşê yê Dihokê 2 xwişk “bi şaşîtî” hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, du malbat li gundê Bişîryanê li ser pirsgirêkeke civakî pev çûne û gule berdane hev.

Lê wê demê otomobîlek derbas bûye ku malbateke 5 kesî tê de bû û her du xwişk bi guleyên ku di wê pevçûnê de hatine berdan mirine.

Yên ku hatine kuştin du keçên biçûk ên malbatê ne, navên wan Aye û Amîne Şêrzad in û temenê wan di navbera 8 û 11 salan de ye.

Birêvebirê Nahiyeya Kelekê Enter Ferhad ji Rudawê re got ku bûyerê şeva borî saet 23:30î rû daye.

Termên kuştiyan li taxa Xêlekiyê ya Berdereşê hatine veşartin.

Li gorî gotina Enter Ferhad, kesekî din ê bi navê Neşwan Selîm Salimê ku aliyekî şer e jî di bûyerê de birîndar bûye.

Qaymeqamê biwekalet ê Berdereşê Birwa Farûq jî got ku li ser bûyerê 5 kes hatine desteserkirin.