Girtiyê Kurd sala 2004an 'bi şaşî' hatibû berdan: Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Balikesîrê yê Tirkiyeyê girtiyekî Kurd piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan.
Girtiyê Kurd Ahmet Tekîn îro piştî 31 salan a di girtîgehê de di 63 saliya xwe de ji Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê hat berdan.
Tekîn li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe û endamên Komaleya Alîkarîkirina Malbatên Girtiyan ve hat pêşwazîkirin.
Ahmet Tekîn li pêşiya girtîgehê di daxuyaniya xwe de amaje bi pêvajoya çareseriyê da û got:
“Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin û em jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin.
Ez di wê baweriyê de me eger dewlet jî gavên pêwîst biavêje dê bipêşveçûneke girîng were bidestxistin.”
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê girtiyê Kurd dê roja înê li gel malbata xwe biçe Mêrsînê.
Ahmet Tekîn sala 1993yan li bajarê Mêrsînê hat desteserkirin û piştre bi îdiaya “têkdana yekitî û yekrêziya dewletê” bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê hat cezakirin.
Di dema girtîbûnê de li girtîgehên Edene û Kirklareliyê ma.
Piştre ew ji bo Girtîgeha Bandiramayê ya Balikesîrê hat şandin.
Tekîn sala 2004an hatibû berdan lê piştre jê re hat gotin ku cezayê te bi şaşî hatiye hesabkirin û sala 2005an careke din hatibû girtin.