PKK: Çêkirina qereqol û bendavan binpêkirina agirbestê ye

 

Hewlêr (Rûdaw) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, çêkirina qereqol û bendavan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê wateya binpêkirina agirbestê.

 

KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, dewleta Tirk rewşa agirbestê xelet bikar tîne lê ew êdî rê nadin vê yekê.

 

KCKê her wiha diyar kiriye, dewlet li dewsa wê yekê ku pirsgirêka kurd çareser bike her ku diçe li ser tinekirina çand û hebûna kurdan de rijd e, qereqolan çêdike û amadekariyên şer dike.

 

Di daxuyaniyê de behsa çêkirina bendavan jî hatiye kirin û hatiye gotin ku dewlet bi vê yekê dixwaz cihên kevnar û dîrokî yên Kurdistanê tine bike lewma, şîrket û kesên ku wan bendav û qereqolan çêdikin dê bibin hedefa hêzên wan.

 

Çend roj berê gerîlayên PKKê li ser rêya bajarên Bazîd û Îdirê yên Bakur, 3 kamyonên şîrketeke çêkirina bendavan şewitandibûn.

 

PKKê bi fermana Abdullah Ocalan û bi awayekî yekalî, roja 5ê Gulana 2013ê bi fermî agirbest ragihandibû.

 

Ji wê demê ve heta niha çend caran şer û pevçûn di navbera hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de çêbûye.