Penaberek di nav ava Zê de xeniqî

12-07-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberekî Rojavayê li Hewlêrê di nav çemê Zabê de dema ku avjenî dikir xeniqî.

 

Penabarê ji Kobanî yê bi navê Azad li Herêma Kurdistanê di nav çemê Zabê de ku bi navê Zê tê zanîn binav bû.

 

Ji roja Şemiya borî ve laşê ciwanê bi navê Azad winda bûye.

 

Birayê Azad ê bi navê Sedîq Mihemed Nûr ji Rûdawê re ragihand ku ti alîkariyek pêwîst ji aliyê tîmên hewarçûnê ve bo dîtina termê Azad nehatiye kirin.

 

Dema ku tîma Rûdawê çû ser cihê bûyerê, tîmeke hawarcûanê jî li wir amad bû, lê ev yek cihê nerazîbûn kesûkarên ciwanê xenqî bû û bi gotina wan ew tîm bi tenê ji bo kamerayê hazir bûn.

 

Lê tîma hawrcûnê ev yek red kir.

 

Heta niha bêhtir ji 7 zarok û ciwanên penaberan Rojavayê Kurdistanê di ava Zê ya Mezin de xenqîne û termê wan hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst