VÎDEO - Dr Qasimlû nehat jibîrkirin - Li Rojhilat şînek mezin!

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber salvegera terorkirina rêberê Kurd Dr. Ebdurehman Qasimlû, li Rojhilatê Kurdistanê gireveke gişît birêve çû û îro dukandar û pîşekarên Kurd neçûne bazarê û li gelek bajêran dukan û bazar girtî bûn.

 

Serkirdeyê karîzmatîk ê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê û Sekreterê Gişît yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ)13ê Tîrmeha sala 1989an li bajarê Viyenna ya paytexta Nemsayê di kiryareke terorîstî de hatibû şehîdkirin.

 

Bi minasibeta 27mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlû, PDKÎ û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-Rojhilat) ku li Rojhialtê Kurdistanê bi HDKA û HDK tên naskirin, bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kiribûn, ku weke nîşandana dengê nerazîbûna xwe bikevin gireveke giştî û dukan û cihên xwe yên bazirganî nevekin û nederkevin bazarê.

 

Li gelek bajarên Rojhialtê Kurdistanê yên weke Ormiye, Kirmaşan, Sine, Mihabad, Merîwan, Seqiz, Pîranşar û Şino welatiyên Kurd pêşwazî li banga her du partiyên PDKÎ û PDK-Rojhilatê kirin û neçûna bazarê û dukanên xwe girtin.

 

PDKÎ derbarê gireva îro ya li Rojhialtê Kurdistanê de li ser malpera we ya fermî ragihand, ku ji sibehiya roja sêşemiyê ve hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê yên Îranê li nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatibûn belavkirin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, ku Hikûmeta Îranê bo sernekvtina vê çalakiyê gef li xelkê xwar û hewl da rêgiriyê li girevê bike, lê belê negihîşt armanca xwe.

 

PDKÎ herwiha daye xuyakirin, ku îro xetên internetê û hêlên din ên pêwedniyê ji aliyê hikûmetê ve hatibûn astengkirin û ji bilî ku hêzên hikûmeta gef li xelkê û dukandaran xwarine, li çend bajar û navçeyan jî bi telefonê pêwendî bi xwediyê dukanan kirine û ji wan xwestine ku dukanên xwe vekin.

 

PDK-Rojhilatê jî di daxuyaniyekê de destnîşan kir, ku şîneke mezin li Rojhialtê Kurdistanê hebû û tê gotin, ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta bi darê zorê hinek dukan û cihên bazirganî bi xelkê dan vekirin.

 

Her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê bo îsbatkirina serekvtîbûna girevê çendîn vîdyo û wêne belav kirine ku bajarên Rojhialtê Kurdistanê nîşan didin, ku dukan girtî ne û xelk li ser cade û nav bazaran nayên dîtin.