KURDISTAN – 80 hezar qûtiyên şîr ji bo zarokên koçber têne belavkirin

Duhok (Rûdaw) – Rêxistina Alîkariyê ya Kurdî û Amerîkî bi hevkariya kompanyayekê, 80 hezar qutiyên şîr dê ji bo zarokên koçber belav bike û ji çiyayê Şingalê dest pê kirine.

 

Rêxistina Alîkariyê dê li hemû kampên koçberan ên li parêzgeha Duhokê şîr belav bike. Xwediyê kompanyayê  ji bo xercê şîr 800 hezar dolar dabîn kiriye. Şîrê ku dê were belavkirin ji Almanyayê hatiye.

 

Serokê Rêxistina Alîkariyê ya Kurdî û Amerîkî Bilind Birîfkanî ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber ku emê dilê zarokan xweş bikin, em kêfxweş in. Ez hêvîdar im her kes bikaribe ji bo xwişk û birayên koçber, bi awayekî berdewam alîkarî bike.”

 

Rêxistina Alîkariyê ya Kurdî û Amerîkî çendîn car li qadên cûr bi cûr alîkarî belav kirine û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî piştgirî dide projeyên wan.