Ji Dêrsimê ji bo giştpirsiya serxwebûnê piştgirî

Dêrsim (Rûdaw) – Xelkê Dêrsimê diyar dikin, ku ew piştgirî didin giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê.

 

Kurdên Bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê hêvî dikin ku giştpisiya serxwebûnê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bibe hêvî.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê ji niştecihên Dêrsimê, ramanên wan ên li ser giştpirsiya 25ê Îlonê pirsî.

 

Mustafa Alev: Di 25ê Îlonê de li Kurdistanê dê giştpirsî were pêkanîn. Ez ji bo vê biryarê spas dikim Mesûd Barzanî û hevalên wî. Kurd ji bo îrada xwe dê werin ba hev û biryar bidin. Eger dewleta kurdan hebûya Seyîd Riza dê li Elezîzê nehata bidarvekirin. Rizgariya me di serxwebûna Kurdistanê de ye. Em weke kurd piştgirî didin Mesûd Barzanî. Wî ev biryar daye û em jî piştgirî didin biryara wî.

 

Riza Katurman: Ez bi dil û can piştgirî didim giştpirsiya ku ewê di 25ê Îlonê de li Kurdistanê were lidarxistin. Divê kurd xwedî li vê giştpirsiyê derkevin û herwiha xwedî li dîrok û çanda xwe derkevin. Parçeyeke Kurdistanê dê bibe azad û ev ji bo hemû kurdan giring e.

 

Dursun Demirtaş: Tê gotin ku li Rojhilata Navîn 40 – 50 milyon kurd hene. Ji ber ku dewleta van mirovan tine ye, dewletê dixwazin. Ev mafê wan e. Bila ti kes li dijî vê yekê dernekeve, çimku ev maf e.

 

Enver Devletli: Barzanî li Iraqê bi tena serê xwe serxwebûnê dixwaze, lê bila ji bo birayên xwe yên kurd ên li parçeyên din jî bixwaze. Çimku hemû kurd bira ne.

 

Mehmet Şimşek: Li gor min tiştekî erênî ye ku li Bakurê Iraqê giştpirsî were pêkanîn. Ev dê ji bo kurdan baş be. Lê ez dixwazim ku ev li her çar parçeyan bandora xwe nîşan bide.

 

Mehmet Mukan: Bila zordarî tune be. Ango bila sîstema vê dewletê demokrasî be. Bila ramaneke ku xizmeta her kesî dike hebe. Em vêya dixwazin.