HEZKURDê bi awayekî dijîtal dest bi dersên Kurdî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Zimanê Kurdi (HEZKURD) ji bo ku li her cihê dinyayê dersên Kurdî bide dest bi kursên dijîtal kir.
Koordînatorê HEZKURDê Fewzî Bulgan ji Rûdawê got: “Ji bo em li her cihê dinyayê zimanê Kurdî fêr bikin me dest bi kursên dijîtal kiriye. Gelek Kurdên ku li Ewropa û Amerîkayê dijîn piştgiriya me dikin û em ê bi hev re bixebitin.”
Bulgan got; “Niha kursên me yên Kurmancî û Zazakî ku nêzîkî 200 kes tê de beşdar in berdewam in. Em pereyekî kêm ji xwendekaran werdigrin û wî pereyî jî didin mamosteyên xwe ku dersê didin. Polên me yên cuda hene û em hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî dersan vedibêjin. Ji bo kesên qet bi Kurdî nizanin em bi Tirkî dersên Kurdî didin wan.”
Di her poleke HEZKURDê de 15 û 20 xwendekar hene û hefteyê 2 rojan 4 demjimêr ders tên dayîn. Kesên bixwazin beşdar bibin, tomarkirina dersan her wext berdewam e. Ders bi giştî bi awayekî onlîne li ser bernameya zoomê tê dayîn. Her xwendekar li gor dema xwe ya guncav dikare demjimêrên dersên xwe hilbijêre.
Bulgan herwiha got, “Em dixwazin Kurdî fêrî kesên ku bi Kurdî nizanin jî bikin. Piştî demekê em ê bi zaravayên Kurdî ên din jî dest bi dersan bikin. Paşê jî em ê bi rêya komele û rêxistinan dersên Kurdî li polan rûbirû bidin û projeya xwe berfirehtir bikin.”
Bulgan da zanîn ku heta niha bi taybetî eleqeyeke baş bo Kurmancî heye û xwendekarên Zazakî jî hene.
Ev di demekê de ye, ku Şaredariya Stenbolê jî ragihandiye, ji bo kursên Kurdî yên herdu zaraveyên Kurmancî û Zazakî, mamosteyên Kurdî werdigire.
Ji bo kursên Kurdî yên Şaredariya Stenbolê, serlêdana ji bo mamostetiyê dê heta 13ê Tîrmehê berdewam be.