Serokê CHPyê li ser îmhakirina çekan a PKKyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel got, “Em bi kêfxweşî pêşwaziya gava sembolîk a danîna çekan a rêxistina terorê dikin.”

Di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de doh komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê danîna çekan a PKKyê daxuyaniyek belav kir.

Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Partiya Gel a Komarî, her cure teror û tundûtûjiyê di nava helwesteke dîrokî de red dike.

Partiya me li gel aştiyê ye.

Vîna me ya hevpar ew e ku terora ku welatê me berdêlên giran pê daye, her û her bi dawî bibe.

Em bi kêfxweşî pêşwaziya gava sembolîk a danîna çekan a rêxistina terorê dikin.

Em spasiya hemû siyasetmedar û rayedarên ku di gihandina pêvajoyê ya vê astê de keda wan heye, di serî de rehmetî Sirri Sureyya Onder, dikin.

Em hêvî dikin ku ev gav bibe destpêka serdemeke ku çek bi temamî bêdeng bibin.

Divê ev pêvajo; bêyî ku ti partî û ti beşên civakê werin dûrxistin, bêyî ku tiştek ji milet were veşartin, di bin sîwana Parlamentoyê de, bi berçavgirtina lihevkirina civakî û bi gavên bilez û bibiryar were birêvebirin.

Tesîskirina derûneke tam a aştiyê li Tirkiyeyê, tenê bi edalet û demokrasiyê dibe.

Derûneke ku şaredarên hilbijartî ji kar tên dûrxistin û qeyûm tên tayînkirin, lêpirsînên ku endamtiya Kurdan a meclisên şaredariyan wekî sûc dibînin didomin, siyasetmedarên hilbijartî bi rêbazên derqanûnî di girtîgehan de tên girtin û pêşbaziya demokratîk tê seqetkirin, dijminê sereke yê aştiya civakî ye û li pêşiya hewldana xurtkirina yekîtiya me ya navxweyî astenga herî mezin e.

Pêdiviya welatê me; Tirkiyeyeke Bêteror û Demokratîk e.

Ji bo refahê aştî, ji bo aştiyê yekîtî, ji bo yekîtiyê demokrasî û dadwerî pêwîst e.

Em dê ji bo paşeroja xwe ya hevpar û ji bo aştiyê, bi biryardarî hevkariyê bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Di merasîmê de 30 gerîlayên ku di nava wan de Hevseroka Desteya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.