Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê yê Cengîz Çandar da zanîn ku merasîma danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê “gelekî bi heybet” bû.
Her wiha amaje pê kir, êdî dema wê ye ku Hikûmeta Tirkiyeyê gavên berbiçav bavêje û bi taybetî jî ji gotara “dîrokî” ya roja şemiyê ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hêviyeke mezin heye.
Çandar hişyarî da û diyar kir, “Ev bidawîhatina têkoşîna çekdarî ye, ne çareseriya pirsgirêka Kurdan e.”
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê yê Cengîz Çandarê ku yek ji beşdarên merasîma danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê bû doh bû mêvanê Rûdawê û pirsên Niwêner Fatih bersivandin.
Çandar merasîma danîna çekan wekî “gelekî bi bandor” û “bi heybet” bi nav kir û diyar kir ku wan hestên hemû beşdaran hejandin û anî ziman:
“Awayê hatina gerîlayan, rawestana wan, çûyîna wan, her tişt ew qasî bi heybet bû ku bandoreke mezin li hemû temaşevanan kir.
Tişta ku em bûn şahidê wê, gelekî cidî ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê amaje bi dîmenê çûyîna gerîlayan a piştî danîna çekan kir û got:
“Dema ku ber bi şikeftê ve diçûn, mîna ku ber bi tunebûnê ve biçin.
Ji bo me hemûyan dîmenekî gelekî bi bandor bû.
Em fikirîn ku ev zarokên welatê me ne. Ji ber vê yekê, divê vegerin wî welatê ku lê ji dayîk bûne.”
Cengîz Çandar tekezî li ser wê yekê kir ku PKKyê gava xwe avêtiye û “êdî dema wê ye ku Tirkiye gavan bavêje” û wiha pê de çû:
“Eger Kurd û Tirk bi biratî li Tirkiyeyê bijîn, divê ew kesên ku dev ji çekên xwe berdane, vegerin Tirkiyeyê û di nava birayên xwe de bijîn.
Ji bo wê jî pêdiviya me bi guhertina yasayan û hêsankariyê ji bo vegera wan heye.”
Derbarê gotara çaverêkirî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Çandar amaje pê kir ku ji bo gotarê hêviyeke mezin heye.
Çandar her wiha eşkere kir ku DEM Partî dê îsal payîzê ji bo xwe ji nû ve birêxistin bike kongreyê li dar bixe.
Di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de doh komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.
Di merasîmê de 30 gerîlayên ku di nava wan de Hevseroka Desteya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse