Leyla Zanayê gora Mam Celal ziyaret kir: Em hewl didin wesiyeta te pêk bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd û parlamentera berê Leyla Zanayê got, “Em hewl didin wesiyeta Mam Celal pêk bînin.”

Siyasetmedar Kurd Leyla Zana ku ji bo beşdarbûna merasima çekdanînê ya PKKê ya 11ê Tîrmehê li Herêma Kurdistanê bû îro çû ser gora serokkomarê berê yê Îraqê û sekreterê Giştî yê berê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî û li wir axivî.

"Em hewl didin wesiyeta te pêk bînin"

Leyla Zanayê tekezî li ser mîrateya siyasî ya Celal Talebanî û têkoşîna wî ya ji bo yekîtiya gelê Kurd kir û got:

“Birêz Ocalan, Birêz Tayyip Erdogan, Birêz Mesûd Barzanî, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Birêz Bahçelî, Birêz Bafil û hemû zarokên te yên hêja, hevalên te yên hêja ji bo bicihanîna wesiyeta te hewl didin.”

Zanayê hêviya xwe anî ziman ku êşên berê careke din dubare nebin û wiha domand:

“Ez ji her kesî re di vê rêyê de serkeftinê dixwazim. Ji bo ku neviyên me wan êşên ku me kişandine nejîn û ji bo avakirina jiyanê ya mayînde û herdemî be, ez hewl û hêzê dixwazim.

Eger mirov birîn, xem û êşên xwe bike hêz, dikare rojên azadtir, ronîtir û jiyaneke hevbeş ava bike.”

“Em minetdar in"

Leyla Zanayê di daxuyaniya xwe de spasiya hemû siyasetmedar, rewşenbîr û zabayên ku di berê de di vê oxirê de ked dane kir û got:

 "Ez ji Xwedayê mezin hêz û quwetê ji wan re dixwazim. Em spasdar in, em minetdar in."

“Hêvî dikim ku gotin demildest bibin kiryar”

Zana di dewama axaftina xwe de, berpirsyariya êşên hatine jiyîn, sozên hatine dayîn bi bîr xistin û wiha berdewam kir:

“Dawiya me hemûyan du metre ax e. Emrê me çû. Gotin bi qîmet e, lê kirin ji gotinê bi qîmettir e.

Hêvî dikim ku demildest gotin bibin kiryar. Ev yekane hêviya kesên ku naxwazin van rojan nebînin û xatir ji jiyanê bixwazin e.”

“Em dê hemû rojên tarî li pey xwe bihêlin”

Zanayê her wiha spasiya rojnamegeran jî kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Ez spasiya hemû xebatkarên medyayê dikim. Gelek spas, birayên min.

Bila em hemû avaker bin. Ez bawer dikim ku em dê hemû rojên tarî li pey xwe bihêlin.

Careke din ez we hemûyan bi rêz silav dikim.”