Bi belge bersiva ANF û ANHA

12-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûçegihanê Rûdawê yê bajarê Efrîn ê rojavayê Kurdistanê ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rê neda rewşa koçberên kurd yên herdu gundên Til Heran û Tilhasilê ku tê îdîa kirin komkujî li dijî wan çîbûye, bişopîne û dengê wan bigihîne cîhanê. YPGê jî ragihand ku destûr ji aliyê rêveberiya kampê ve nehatiye dayîn.

Nûçegihanê Rûdawê li Efrînê berî çend rojan ragihand ku wî çend caran serdana kampa koçberan li nêzîkî navçeya Kefer Cene ya Efrînê kir, ji bo çend raportan li ser rewşa wan çêbike.

Nûçegihanê Rûdawê tekez kir ku wî razîbûna Desteya Bilind a Kurd (DBK) û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê jî wergirtiye daku serdana kampa Kefer Cenê ya koçberên Heleb, herdu gundên Til Heran û Tilhasilê bike, lê rêveberiya kampê ku di bin kontrola YPGê de ye qebûl nekiriye.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku rêveberên kampê jê xwestine biçe destûrê ji televizyona Ronahî ya ser bi PYDê ve werbigire, daku derbasî nava kampê bibe.

Tiştê balkêş di vir de ewe, gelo çi pêwendiya televîzyona Ronahî û standina destûra serdana kampê heye.

Ev ne cara yekê ye ku YPG û saziyên din yên ser bi PYD ve rê li ber peyamnêrên Rûdawê ku ji nêzîk ve rewşa li Rojavayê Kurdistanê bişopînin, digirin

Berî niha, şervanên YPG rê li ber tîma Rûdawê li Qamişlo, Amûdê û Kobanê jî girtin û nehîştin bûyerên li wan bajaran bişopînin.

YPGê jî li ser nûçeya Rûdawê daxuyaniyek belav kir. YPGê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Nûçeya têkildarî mijarê hatiye weşandin ji rastiyê dûr e. Kampa penaberan di bin kontrola me de nîn e. Wekî hemû herêma Efrînê em parastina herêma kampê jî dikin. Lê rêveberiya kampê cuda ye. Tiştên têkildarî kampê rêveberiya wê derê eleqedar dike.”

Rêveberên wargeha Kefer Cenê; Xelîl  Bekir, Elî Mustafa û Hevîn Aluş jî li ser nûçeya Rûdawê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Rêveberê vê wargehê em in.  YPG ligel ku tevayî Efrînê û Rojava diparêze ewlekariya wargehê jî dike. Lê ew çûn nûçeyeke derew çêkirin û gotin YPG’ê em nekirin wargehê. Rudaw TV û nûçegihanê wê ji ber ku nûçeyên derbarê wargeha me de berevajî dan û dîsa ji ber ku bi awayekî fermî nehatin, destûr nehat dayîn derbasî wargehê bibin. Bi qasî ku ev ne bes bin, nûçeyeke bêwijdanî ku dibêjin li Til Heran û Til Hasil qetlîam nîn e çêkirine. Ji ber van nûçeyen derewîn destûr nehat dayîn ku bikevin wargehê.”

Tora Medyayî ya Rûdawê, toreke serbixwe ye û bûyerên li her çar parçeyên Kurdistan-cîhan û her dereke kurd lê hebin dişopîne, ji temaşevan û guhdaran re pêşkêş dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst