Têmûr Mistefayî: Ji ber alîkariya Pêşmerge selefî gefan li me dixwin

12-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Têmûr Mistefayî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji ber beşdariya pêşmergeyên partiya wan di şerê li dijî çekdarên DAÎŞê de, li çend bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê gef li partiya wan hatiye xwarin.

 

Têmûr Mistefayî diyar kir ku di çend rojên borî de li nav bajarên wek Seqiz, Bane, Merywan û Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê, grûpên selefî gef li endam û alîgrên partiya wan û kurdperwerên li wan navçeyan xwarine.

 

Derbarê sedema wan gefan de, endamê polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê diyar kir ku ew gef piştî wê yekê hatin ku pêşmergeyên partiya wan tevlî şerê li çend navçeyên Başûrê Kurdistanê li dijî çekdarên DAÎŞê bûn.

 

Mistefayî aşkere kir ku li herdu mizgeftên Haciyawa û Salhawa li bajarê Seqizê, ala grûpa DAÎŞê ji aliyê çend kesan ve hatiye bilindkirin.

 

Endamê polîtibîroya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, rejîma îranê û îdareya îtîlata wê jî tometbar kir ku ew piştgiriya wan kesên selefî dokin ku ala DAÎŞê bilind kirine û gef li endam û alîgrên partiya wan xwarine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst