Tevgera Goran biryar da li gel PDKê bicive
Hewlêr (Rûdaw) – Civata Niştimaniya Goran civîna li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) red nake û daxwaz dike ku ji bo çareserkirina arîşeyan “demekê” were diyarkirin. Herwiha dixwaze heta ku yekdengiya netewî pêk bê, giştpirsî were paşxistin.
Piştî nêzîkî 7 demjimêran civîna Civata Niştimaniya Tevgera Goran bi dawî hat.
Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goran Şêrwan Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand: “Di civînê de Civata Niştimanî biryar da ku li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bicive.”
Şêrwan Îbrahîm diyar kir, ku ji bo gotûbêja li gel PDKê, Goranê pakêteke siyasî ya nû amade kiriye û got: “Eger li ser pakêta siyasî ya Goranê rêkeftin were kirin, dê parlemento were aktîvkirin û ji bo giştpirsî yasa dê were derxistin.”
Herwiha Îbrahîm aşkere kir: “Goran daxwaz dike, heta ku yekdengiya netewî pêk bê, giştpirsî were paşxistin.”
Îro Civata Niştimaniya Tevgera Goran bi serokatiya Serokê Giştî Umer Seyîd Elî di saet 10:00an de dest bi civînê kir û civîn di saet 17:30î de bi dawî bû.