Îlhamî Işik armanca Hereketa Wijdanî ya Sivîl aşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd Îlhamî Işik dibêje, li Tirkiyê pêwîstî bi Hereketeke Wijdanî ya Sivîl heye ku ne tenê rexneyan bike, lê di heman demê de rêyên çareseriyê jî pêşniyar bike û diyar dike ku ji bo vê jî amadekariyan dikin ku di meha Îlonê de li 81 parêzgehan bingeha vê hereketê daynin.
Îlhamî Işik ku di pêvajoya çareseriyê ya sala 2015an de cî girtibû û wê demê bi navê “Balikçi” ango masîvan dihate naskirin “Hereketa Wijdanî ya Sivîl” aşkere kir.
Işik li ser hesabê xwe yê Twitterê pêwîstiya vê hereketê aşkere kir û li gor ku ew dibêje, wê hereketa wan bibe dengê mirovên ji her fikir, bawerî û nijadê û ew tûndûtûjî û nijadperestiyê bi her rengî red dikin û li dij radiwestin.
Îlhamî Işik beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û behsa naverok û armanca hereketa wan kir.
Îlhamî Işik amaje bi wê dike ku niha li Tirkiyê civakek heye ku “guhdariya hev nake, ji hev tênagihije, napirse û di êş û xeyalan de hevbeşiyekê pêk nayîne.”
Işik diyar dike ku ew tevgerên ku heta niha hatine avakirin, xwe bi girse û kodên îdeolojîk ên diyar sînordar kirine.
Ew nivîskarê Kurd tekez dike ku hereketa wan dê toreke “hevkariya hemwelatiyan” be û got, dê “ji her fikr, nasname, bawerî, mezheb û siyasetê” li xwe bigire û vê yekê we cudahiya wan a ji tevgerên din binav dike.
Derbarê xwerêxistinkirina hereketa wan de Işik dibêje, ew dê xebat û xwerêxistinkirina xwe zêdetir li ser medya civakî birêve bibin û li ser torên civakî bengewaziyan bikin.
Îlhamî Işik tekez dike ku ew dê li 81 parêzgehan şiyana temsîlê pêk bînin û got, bi rêya vê “em dê bang li civakê bikin, amaje bi hebûna pirsgirêkan bikin û behsa çareseriyan bikin. Tişta em difikirin û dixwazin bikin ev e. Pirs hebe, çareserî jî dê hebe.”
Her di dewama gotinên xwe de Işik aşkere dike ku niha ew niha di qonaxa nîqaş û rêxistinkirinê de ne û tekez kir ku di meha Îlonê de ew dê hereketa xwe rabigihînin.