Polîsê Duhokê: Kujerê kesekî Êzdî û keça wî ya 6 salî hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Duhokê ragihand, hêzên wan li Zaxoyê kesek bi tohmeta kuştina kesekî Êzdî û keça wî ya 6 salî desteser kirine.
Roja 4ê Tebaxa 2022an Kurdekî Êzdî bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî ya 6 salî ya bi navê Axîn li gundê Hesen Reşo yê ser bi navçeya Zaxoyê ve winda bûbûn, piştî 4 rojan di şeva 8ê Tebaxê de polîsan termê Farûq Mîrza di nav baxekê de li taxa Bêdarê ya Zaxoyê dîtin, lê çarenivîsa zaroka 6 salî bi nediyarî mabû.
Bi hewldanên hêzên polîs, termê Axîn Farûq a 6 salî jî şeva bihorî 11ê Tebaxê hat dîtin.
Piştî dîtina termê keçikê, hêzên polîs hewldanên xwe bo desteserkirina kujer berfirehtir kirin û şeva bihorî polîs ragihand, ku kujer hatiye desteserkirin.
Polîsê Duhokê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, “Polîsê Rûbirûbûna Tawanan li Duhokê piştî komkirina zanyariyan kujerê Farûq Mîrza Xelef li Taxa Serhildan desteser bike.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, Farûq Mîrza kurdekî Êzdî ye û ji sala 2014ê ve û piştî êrîşên DAIŞê koçber bûye û li kampa Çemişko ya li navçeya Zaxoyê dijiya.
Roja 8ê vê mehê Rêveberiya Polîsê Zaxoyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, “li ser bûyera kuştina Farûq Mîrza fermana desteserkirinê bo 3 kesan derketiye.”
Wek di dauxyaniya Polîsê Duhokê de hatiye, di lêkolînên destpêkê de kesê kujer li xwe mikur hatiye ku keça Farûq jî kuştiye.
Polîsê Duhokê daye xuyakirin, piştî temamkirina rêkarên qanûnî ew dê dosyeya kujer bişînin Rêveberiya Polîsê Zaxoyê.
Kesûkarên Farûq ku pêştir beşdarî di bernameya Berpirsyar a Tora Medyayî ya Rûdawê de kiribûn, behsa awayê windabpna Farûq û Axîna 6 salî û paşê jî dîtina termê Farûq kiribûn.