Agirê li daristanên Mereşê hat vemirandin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli ragihand ku agirê daristanên Mereşa Bakurê Kurdistanê hatiye vemirandin.
Wezîr Yumakli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa dawî ya şewatên daristanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.
Yumakli got,."Şewatên li Çanakkale (Ezîne), Edîrne (Enez), Hatay (Yayladagi) û Manîsa (Şehzadeler) bi temamî hatine vemirandin.
Şewatên li Bolu (Mudurnu), Mereş (Goksun), Çanakkale (Ayvacik) û Îzmîrê (Dîkîlî) jî bi piranî hatine hatine vemirandin."
Doh li navçeya Goksunê ya Mereşê, li nêzîkî taxa Kavşutê ji ber sedemeke nediyar agir derketibû.
Li ser agahdarkirinê, 4 helîkopter, 3 makîneyên kar, 5 pîkap û 110 personelên bejahiyê sewqî herêmê hatibûn kirin.