AMED - Ji ‘meleyê sexte’ re ceza: 12 salan bi dîplomeyeke sexte meletî kiribû

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha 7emîn a Cezayê Giran a Amedê, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê û 96 hezar û 360 lîre cezayê pereyan li “meleyê sexte” Yavuz Koç birî.

Hatibû tespîtkirin ku Yavuz Koç 12 salan bi dîplomeyeke sexte meletî kiriye. Ji ber ku bersûc nehate dîtin, biryar di Rojnameya Fermî de hat îlankirin.

Rojnameger Murat Agirel ev bûyer anîbû rojevê û rexne li kêmasiya mekanîzmayên kontrolê girtibû.

Agirel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû, "12 salan kesî ferq nekir. 12 salan meaş wergirt, derket ser mînberê, xutbe xwend. Niha jî dadgeh di Rojnameya Fermî de li wî digere."

Bi dîplomeyeke sexte hem meletî hem jî îlahiyat xwendiye

Li gorî biryara dadgehê, Yavuz Koç bi dîplomeya sexte ya lîseya îmam xetîbê wekî meleyê bi peyman li Amedê dest bi kar kiriye.

Her wiha paşê, bi saya heman dîplomeyê, ji fakulteya îlahiyatê ya perwerdeya vekirî dîplomeyeke din wergirtiye û ew pêşkêşî saziya xwe kiriye û di karê xwe de maye.

Hat tespîtkirin ku wî di vê pêvajoyê de dewlet û cemaeta xwe xapandiye.

Dem di ser dozê re derbas bû

Doza ku ji ber "sextekariya di belgeyên fermî de" hatibû vekirin, ji ber ku dîplome cara yekem sala 2009an li noterê hatibû pesendkirin û dem di ser wê re derbas bûye hat betalkirin.

Her wiha ji ber sûcê "sextekariyê” 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, paşê ev ceza ji jî daket 2 sal û 6 mehan.

Her wiha wekî pere jî 96 hezar û 360 lîre cezayê pereyan li Yavuz Koç hatiye birîn.

Biryar di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat ragihandin

Ji ber ku navnîşana Yavuz Koçê ku sala 1988an ji dayik bûye, nehatiye dîtin û cihê wî winda ye biryar li gorî Qanûna Ragihandinê ya hejmar 7201ê bi rêya îlanê hat ragihandin.

Biryar, piştî 15 rojan ji weşandina di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê dê wekî ragihandî bê hesibandin û tawanbar mafê wî heye ku di nava 2 hefteyan de serî li Dadgeha Îstinafê bide.