Li Şirnexê toz dibare û çav çavan nabîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê toz dibare û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê kiriye.

Şeva borî li seranserê bajêrê Şirnexê tozbarînê dest pê kir û îro jî heta demjimêrên sibehê barîna tozê berdewam kir.

Herwiha li parêzgehê mesafeya dîtinê kêm bûye û kalîteya hewayê daketiye ku ji aliyê tenduristiyê ve ne baş e.

Ji ber ewrên tozê çav çavan nabine û otomobîlên xelkê tebeqeyeke tozê girtiye.