Barzanî: Nabe îslam bo berjewendiyên siyasî were bikaranîn

12-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku nabe tu kes ayîna îslamê bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar bîne û wiha got: “Eger birastî tevgerên îslamî şûnketiyê îslamê bin wê çavê ev nakokî û lihevnekirin çiye? Nabe fêl li îslamê bê kirin û bo meramên siyasî were bikaranîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh (11.09.2013) digel hinek mela û zanayên îslamî yên parêzgeha Hewlêrê civiya.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di civînê de axaftinek pêşkêş kir û diyar kir ku nabe tu kes îslamê bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar bîne û wiha got: “Eger birastî tevgerên îslamî (yên Kurdistanê) şûnketiyê îslamê bibin wê çavê nakokiyên wan li ser çiye? Nabe fêl li îslamê were kirin û bo meramên siyasî were bikaranîn.”

Barzanî behsa rola mela û zanayên ayînî di Şoreşa Îlonê de kir û destnîşan kir ku nabe ayîn û welatparêzî ji hev bê cudakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê ji mela û zanayên ayînî xwest ku nehêlin genc û ciwan ji welat û welatparêziyê dûr bikevin û tevlî tundiyê nebin û wiha anî ziman: “Radîkaltî û kuştina mirovan tu eleqeyek bi peyama ola îslamî re nîne.”

Mesûd Barzanî hebûna opozîsyonê li Herêma Kurdistanê wek tiştekî pozîtîf zanî ku wek çavdêr li ser karên desthilatê ye û wiha axivî: “Lê bi wî şertî ku hemû tiştekî reş nebîne.”

Barzanî ji mela û zanayên ayînî xwest ku gel teşwîq bikin da ku beşdarî hilbijartinan bibin û di hilbijartinan de jî sextekarî neyê kirin.

Barzanî rewşa aborî û asta pêşketina Kurdistanê li gorî salên borî bilind nirxand û wiha da zanîn: “Dahata her kesekî sala 2003, 275 dolar bû lê niha gihîştiye 5000 dolar. Rêjeya belengaziyê jî li Herêma Kurdistanê 4% ye û li Iraqê jî 24% e, her wiha rêjeya nexwendewariyê li Herêma Kurdistanê daketiye bin 16%.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst