Hêzên Pêşmerge di berbanga sibê de li DAIŞê dan

Mexmûr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di operasyoneke berfireh de karîn 5 gundên Deşta Qeracê ya devera Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê rizgar bikin.

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal li eniya şer li Deşta Qeracê ya Mexmûrê ragihand ku îro danê sibê saet 03:40 hêzên Pêşmerge di encama operasyoneke berfireh de 5 gundên Qeracê bixin bin kontrola xwe.

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di şerê îro de ku heta niha jî didome gellek çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku 5 cenazeyên wan ketine destê pêşmergeyan her wiha hinek otomobîlên wan jî hatine şewitandin.

Tê gotin, balafirên şer li asmanan digerin lê heta niha ti êrişek nekirine.