Ji Zanîngeha Ezher serdana pêşmerge

12-09-2016
RÛDAW
Kerkûk
Kerkûk
Nîşan Kerkûk Pêşmerge Zanîngeha Ezher
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Nûnerê Zanîngeha Ezher ligel komek mamostayên olî û Wezîrê Perwerde ya Herêma Kurdistanê serdana eniyên şer kirin û ligel pêşmergeyan cejn pîroz kirin.

 

Di yekemîn roja Cejna Qurbanê de (12-9-2016) li rojavayê Kerkûkê Nûnerê Zanîngeha Ezher ligel komek mamostayên olî û Wezîrê Perwerde ya Herêma Kurdistanê serdana bereyên şer kirin.

 

Mêhvanan li vir nimêja cejnê kirin û cejna pêşmergeyan pîroz kirin.

 

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî bi rêya Rûdawê daxwaza yekrêziyê ji partiyên Kurdistanê kir û got, “Gelê me yekrêz û yekhelwest e. Hêvîdar im partî jî pirsgirêkên xwe çareser bikin û ji bo referandûm û xwerxwebûnê kar bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst