Qeyûmê Mêrdînê 187 karkerên şaredariyê ji kar avêtine
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Mêrdînê ku weke qeyûm li şûna Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ahmet Turk hatiye erkdarkirin, 37 kesên din jî ji kar dûrxistin û bi vê yekê hejmara wan kesên ku piştî hatina qeyûm ji kar hatine dûrxistin, gihîşt 187 kesan.
Mustefa Yaman ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê weke qeyûm hatiye bicîhkirin, ji dema destbikarbûna xwe di şaredariyê de, dest bi dûrxistina hejmareke zêde ya karmend û karkeran kiriye.
Yaman dema dest bi kar kir, yekser 150 kes ji karkerên şaredariyê ji kar avêtibûn.
Li gor agahiyan, herî dawî qeyûmê Şaredariya Mêrdînê bi biryarekê 37 kesên din ji kar avêtine.
Birêveberê Encûmena Sendîkaya Kar, ku ser bi sendîkaya KESKê ve ye, Mihemed Salih Dogrul ragihandiye, ji bilî danîna qeyûm û ji kar avêtina hejmareke zêde ya karkeran, di heman demê de gef li karkerên din jî têne xwarin.
Dogrul diyar jî kiriye, ku piraniya wan karkeran, endamên sendîkaya wan in û tekez kir, niha guvaş xistine ser wan karkeran ku ji sendîkayê cuda bibin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di roja 19ê Tebaxa 2019an de, bi biryarekê hersê şaredarên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê, Selçuk Mizraklî, Bedîa Ozgokçe û Ahmet Turk, bi tohmeta "alîkarîkirina rêxistina terorê", ji kar avêtibûn û li şûna wan qeyûm diyar kiribû.
Li gor wê biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, parêzgarên Amed, Wan û Mêrdînê li şûna serokên şaredariyên wan bajaran, weke qeyûm hatin diyarkirin.