Li Amedê kesek bi kêrê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda Amedê kesek bi kêrê hat kuştin.
Dema ku Erkan C.yê 40 salî li Taxa Alîpinarê zarokên xwe li mînîbusekê siwar dikirin, Y.D. ji ber sedemeke nediyar bi kêrê êrişî wî kir.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên yenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Erkan C. li nexweşxaneyê mir.
Polîs ji bo girtina Y.D. xebatên xwe didomînin.