Li Amedê êrişî bijîşkekî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, xizmên nexweşekî êrişî asîstanê bijîşk ê beşa lezgîn Haşim Hizol kir û her 2 kesên êrişkar hatin desteserkirin.

Sendîkaya Hekîmsenê şeva borî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê bûyera li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl de dîmen û daxuyaniyek belav kir.

Hekîmsenê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê li hemberî bûyerên tundûtûjiyê bêdeng dimîne û kesên êrişkar bi têra xwe nayên cezakirin.

Hekîmsenê di daxuyaniyê de got:

“Em meraq dikin ka gelo dê şerbik, termos, kursî û makîneya tostê wekî çek bên qebûlkirin û êrişkar bên darizandin an na.

Tundûtûjiya berdewam a li ser karmendên tenduristiyê, hewesa xebatê lawaz dike û Wezareta Tenduristiyê jî di vê mijarê de ne hişyar e.”

Her wiha hat destnîşankirin ku sala borî heman bijîşk li heman nexweşxaneyê careke din rûbirûyê tundûtûjiyê bûye û divê tedbîrên ewlehiyê yên li nexweşxaneyê bên xurtkirin.