Salvegera 12ê Îlonê: 'Li girtîgeh û şaredariyan heman zîhniyet hîn jî heye'

Hewlêr (Rûdaw) - Partî û saziyên Kurdan di 45emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de bang kir: "Divê em bi hev re paşerojeke demokratîk ava bikin."

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku zîhniyeta derbeyê bi sepanên wekî qeyûman û zextên li girtîgehan didome.

Partî û saziyên Kurdan û yên Bakurê Kurdisanê di 45emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku zîhniyeta derbeyê bi sepanên wekî qeyûman û zextên li girtîgehan didome û banga avakirina paşerojeke demokratîk a hevpar hat kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di daxuyaniya xwe de 12ê Îlonê wekî êrişeke girseyî ya li dijî îradeya gelê Kurd pênase kir û got, “Îro li ser krîzên heyî, binpêkirinên tên kirin û zextên siyasî şopên zîhniyeta derbeyê hene.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî derbeyê wekî “bingeha yasayên antîdemokratîk û siyaseta înkarkirinê ya heta îro” bi nav kir.

"Qeyûm derbeya sivîl e"

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu bal kişand ser wê yekê ku derbe ne tenê bi rêbazên leşkerî tên kirin.

Tanrikulu tayînkirina qeyûman wekî "derbeyeke sivîl" bi nav kir û got, "Ev sepan îradeya gel tune dihesibîne û baweriya bi dewleta hiqûqê ji binî ve dihejîne."

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî da zanîn ku Qanûna Bingehîn a 1982yan a derbeyê hîn di meriyetê de ye û otorîterbûn dewama heman zîhniyetê ye.

"Rejîma li girtîgehan mafê jiyanê binpê dike"

Parlamenterên DEM Partiyê Nevroz Uysal Aslan û Gulderen Varliyê jî bal kişand ser rewşa girtîgehan.

Parlamenteran rewşa girtiyê nexweş Onder Poyraz wekî mînaka herî berbiçav a binpêkirinan nîşan dan û ji bo guhertina rejîma înfazê ev bang kir:

Divê xala têkildar a yasayê demildest bê rakirin û rejîmeke nû ya înfazê ku mafê hêvî û jiyanê misoger dike bê avakirin.

Rewşa girtiyên nexweş ên giran tenê bi Saziya Tiba Dadî ve neyê girêdan; divê raporên nexweşxaneyên dewletê û zanîngehan esas bên girtin.

Divê pêdiviyên jiyanî yên girtiyan ji aliyê dewletê ve bêpere bên dabînkirin.

Divê li girtîgehan dawî li cudakariya li ser bingeha ziman bê anîn.”

Her wiha di hemû daxuyaniyan de hate tekezkirin ku ji bo birînên derbeyê bên saxkirin, divê Tirkiye bi pêşeroja xwe re rûbirû bibe.

Partiyan bang kir ku ji bo paşerojeke demokratîk, wekhev û azad divê têkoşîneke hevpar bê meşandin.

Derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an, bi serokatiya Sererkanê Giştî Kenan Evren û Konseya Ewlehiya Neteweyî hat kirin. Ev darbe yek ji werçerxên herî tarî yên dîroka siyasî ya Tirkiyeye û Bakurê Kurdistanê ye.

Artêşê, bi hinceta "bidawîkirina anarşî û terorê" ya ku di salên 1970yî de li Tirkiyeyê belav bûbû, dest danî ser hikûmetê. Piştî derbeyê, Qanûna Bingehîn hat rawestandin, parlamento hat fesixkirin û hemû partiyên siyasî hatin girtin.

Di vê pêvajoyê de, bi sed hezaran kes hatin girtin, bi deh hezaran rastî îşkenceyên giran hatin û bi dehan kes jî hatin îdamkirin.

Bi taybetî Girtîgeha Amedê bû sembola zilm û zordariya li dijî girtiyên siyasî yên Kurd ku li wir zextên li ser ziman û nasnameya Kurdî gihiştin asta herî bilind.

Mîrateya herî girîng a derbeyê, Destûra Bingehîn a 1982yan bû ku hîn jî di meriyetê de ye û gelek maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan tên nayên qebûlkirin û tên astengkirin.