Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd a Sûriyê Ebdulbaqî Yûsif, diyar kir ku Tirkiye naxwaze kurd bi awayekî serbixwe beşdarî civîna Jinêv2 bibin. Yûsif her wiha ragihand, civîna wan digel wezîrê karê derve Ehmed Davûtoglu jî baş derbas bûye.
Li gorî nûçeya ajansa Anadolu, Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd a Sûriyê Ebdulbaqî Yûsif, hevdîtîna ku nûnerên ENKSê li Enqerê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû re kir nirxand û got: "Hevdîtin gelek baş derbas bû û di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Sûriyê û li ser duyemîn civîna Jinêva Swîsreyê sekinîn"
Ebdulbaqî Yûsif her wiha diyar kir ku Tirkiye razî nîne ku Kurd bi şande serbixwe beşdarî civîna Jinêv2 bibin lê li gorî berê têkilî zêdetir ber bi başiyê ve diçe û di vî warî de pêşketinên girîng diqewimi û wiha axivî: "Tirkiye dixwaze ku Kurd wekî perçeyek ji hevpeymaniya niştimanî ya opozîsyona Sûriyê beşdarî konferansê bibin. Ankara êdî dixwaze bi Kurdan re nêzîkahî çêke û têkiliyên xurt ava bike. Çimkî em çiqas ji hev dûr bisekinin wê pirgirêk ewqas mezin û kûr bibin. Heke muzakere û têkilî hebe çareserî jî dê hêsan dibe."
Ebdulbaqî Yûsif diyar kir ku di bûyerên li Sûriyê diqewimin de rola Tirkiyê heye û ji ber ku sînorê Tirkiye û Sûriyê pir dirêje ev yek bo kurdan girîng e.
Yûsif anî ziman ku Tirkiye dixwaze Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji rêjîma Sûriyeyê dûr bixe û wiha got: "Em dikarin polîtîkayên ku Tirkiye dimeşîne û gavên ku davêje bi vî awayî jî bibînin û binirxînin.”
Wî siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku rakirina sîronê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de jî di rojevê de ye û li ser vê mijarê dewletên Ewropayê jî zorê didin Tirkiyê.
Endamê polîtburoya partiya yekitiya kurd li Sûriyê Ebdulbaqî Yûsif diyar kir ku şanda ENKSê dixwaze Tirkiye deriyên sînor veke û wiha axivî: "Rojeva vê hevdîtinê bi taybetî li ser vekirina deriyên sînor bû. Heyeta Sûriyê ji Tirkiyê xwest ku ji bo alîkariyên mirovahî û bazirganiyê deriyê sînor vekin."
Ebdulbaqî Yûsif PYDê bi wê tohmetbar kir ku bûye sedema wê ku kurdên Rojava bi du heyetên cuda serdana Tirkiyê bikin û wiha got:"PYD naxwaze ku di navbera heyetan de yekîtî çêbibe. PYD girêdayî peymana Hewlêrê ya ku Mesût Barzanî li dar xistibû, nebû. Ew navê Desteya Bilind a Kurd ji bo berejewendiyên xwe bikartînin. Ji ber vê sedemê jî heta niha tu çalakiyek encumena niştimanî ya kurd çênebûye.”
Şanda ENKSê ya ku serdana Tirkiyê kiribû ji Serokê Partiya Demokrat a Kurd yê Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd a Sûriyê Îbrahîm Biro, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurd Mistefa Sîno pêk hatibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse