Ban Ki-moon banga hevkariya bilez bo Kobaniyê dike

12-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon banga bi bihewarçûna bilez bo Kobaniyê kir û ragihand ku egerê pêkhatina karesateke qirkirinê heye.

Sekreterê Giştî yê (NY) Ban Ki-moon li Qahîreyê dîsa daxwaz ji civaka navdewletî kir ku rê li pêşiya bûyerên qirkirinê li bajarê Kobaniyê bigrin û jiyana xelkên sivîl yên wî bajarî biparêzin.

Ban Ki-moon behsa Sûriyê bi giştî û bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kir. Herwiha amaje bi êrişên DAIŞê bo ser Kobanî kir û bang li hemû partî û aliyan kir ku bi hewara Kobaniyê ve biçin û nehêlin karesatên qirkirinê pêk bên.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon di dawiya gotina xwe de wiha got: “Beriya niha jî min banga hevkariya Kobanî ji hemû cîhanê kir û niha jî ez bang dikim ku hemû alî rê li pêşiya wan terorîstan bigrin û welatiyên sivîl yên Kobaniyê biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst