Qamişlo (Rûdaw)- Asayîşa Kantona Cezîrê duhî dest bi girtina xortên temenê wan di nava 18-30 salî kir û hejmara wan xortên ku hatine girtin jî nêzî 2000 kesî bû.
Hejmara xortên ku ji aliyê Asayîşê ve hatîn girtin, nêzî 2000 kesî bû, wisa tê texmînkirin ku li Girkêlegê zêtirî 300 xortî, li Çilexe 250, Li Qamişlo 750, li Amûdê 200, li Dêrikê 75 xortî, û li Hesekê jî hejmarek li Taxa Miftî hatin girtin.
Ji aliyekî din ve rojnamevan Fehed El Misrî yê Sûrî li ser malpera xwe ya facebookê belav kiriye ku di heman demê de duh li devera Qelemûn Hikûmta Sûriyê dest bi kampaniyka girtina xortan kiribû û yên temenê wan di navbera 18-40 salî de bû, girtin.
Li ser vê girtina xortan, Rêveberiya Asayîşê di Kantona Cezîrê de daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku Asayîşê dest bi komkirina xortên pêkhata ereb, suriyan û ya Kurd kiriye û niha ew xort di cihekî taybet de ne ji bo pişkinîna pizîşkî ji bo ku bi erkên xwe yên parastinê rabin.
Sekretariyeta giştî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser vê yekê daxuyaniyek belavkir û cêbecêkirina biryara leşkeriya neçarî ji aliyê Rêveberiya Xweserî ve şermezar kir û bi xemsarî û bêpersiyaretî da zanîn.
Herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe de hişiyariya wê yekê da ku ev kiryarên PYD dike û leşkeriya neçarî disepîne wê bibe sedema valakirina Rojavayê Kurdistanê û pûçkirina jiyanê li Rojavayê Kurdistanê û nahêle nêzîkbûn di nava aliyên ENKSê û PYDê de çêbibe.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) jî bêdeng nema û di daxuyaniyekê de bi hişkî ev kiryar şermezar kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse