Serokê Parlamento: Em dest ji karê xwe bernadin

12-10-2015
RÛDAW
 Yûsif Mihemed
Yûsif Mihemed
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand ku, ewê li ser karê xwe berdewam bibin û dagîrkirina Hewlêrê ji aliyê PDKê ve rewatiyê ji wan nastîne.

Piştî ku PDKê biryar da wezîr û rayedarên Tevgera Gorran ên di nav hikûmetê de kar dikin, ji hikûmetê bên derxistin, îro hêzên ewlehiyê rê nedan Serokê Parlamentoyê ku endamê Gorranê ye, ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê bibe. Yûsif Mihemed li Silêmaniyê konferanseke rojnamevaniyê lidar xist.

Mihemed wiha got: “Tişta ku îro qewimî guhertineke pir xerab e li ser pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û em dikarin bêjin rêgirtin li Serokê Parlamentoyê ku biçe Hewlêrê, dagîrkirina Hewlêrê ye.”

Serokê Parlamentoyê wiha domand: “Herwiha em dibînin ku ew derbeyeke siyasî ye li dijî çavkaniya şeriyetê û danîna qanûnan. Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku ev pilan ser nagire û bi rêya dagîrkirina Hewlêrê rewayetî ji parlamentoyê nayê stendin û heta ku em karibin, emê li ser karê xwe berdewam bin.”

Yûsif Mihemed ragihand: “Pêwîst e bi hewla hemû aliyan ev rewş were çareserkirin û em ber bi pêşerojeke geştir biçin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst