Serokê Parlamento: Hemû Herêma Kurdistanê cihê çalakiyên me ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand ku, hemû Herêma Kurdistanê cihê çalakiyên Parlamentoya Kurdistanê ye û ti cudahî tune ye.

Yûsif Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Hemû Herêma Kurdistanê cihê çalakiyên Parlamentoya Kurdistanê ye. Ka em binerin ev rewş dê bigihê çi astê.”

Piştî ku PDKê biryar da wezîr û rayedarên Tevgera Gorran ên di nav hikûmetê de kar dikin, ji hikûmetê bên derxistin, îro hêzên ewlehiyê rê nedan Serokê Parlamentoyê ku endamê Gorranê ye, ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê bibe.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, ku endamê Gorranê ye, îro danê sibê li ser rêya Kerkûk-Hewlêrê û li xala kontrolê ya Pirdê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye zivirandin.