Li Dîbege bavê 3 zarokan xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Hewlêrê ragihand, li gundeke ser bi bajarokê Dîbege ya Hewlêrê xortekî di hewleke xwekuştinê de dawî bi jiyana xwe aniye.
Malpera Polîsê Hewlêrê belav kiriye, ku li bajarokê Dîbege ku ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Mûsilê ve ye û di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, duh çarşemî 11ê Cotmeha 2017ê di demjimêr 19:00 de ew hatine agahdarkirin ku bûyereke kuştinê li gundê Ella yê wê bajarokê heye.
Piştî agahî wergirtina li ser bûyerê, hêzên polîs ber bi cihê bûyerê li gundê Ella ve diçin û li ser bûyerê dest bi lêkolînên seretayî dikin.
Li gorî Polîsê Hewlêrê, piştî lêkolînên destpêkê ji wan re aşkere bûye ku xortekî di hewleke xwekuştinê de dawî bi jiyana xwe aniye.
Berpirsê Binkeya Polîsê Bajarokê Dîbege, Eyûb Cewher derbarê bûyerê de ragihandiye: “Navê wî welatiyê ku xwe kuştiye, Sefîn Tehsîn e û zewiciye û bavê 3 zarokan e.”
Eyûb Cewher herwiha gotiye, termê wî hevwelatiyê han bo Pizîşkê Dadê hatiye şandin û lêkolînên zêdetir li ser bûyerê berdewam in.