Hêzên Pêşmerge rêya Herêma Kurdistanê û Mûsilê daxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rêya di navbera Duhok û Mûsilê de ji ber egera her êrişekê daxistin.
Fermandeyê Hezên Pêşmergeyên Kurdistanê li Eniya Xazirê Arîf Teyfûr ji Rûdawê re ragihand ku wan bi fermanekî ji ber gefên êrişkirina ser xaka Herêma Kurdistanê rêya di navbera Duhok û Mûsilê û Hewlêrê de daxistine.
Arif Teyfûr diyar kir ku ew yek ji bo rêgirîkirinê ye li her hewlekê ku ji bo êrîşkirina ser xaka Kurdistanê bê dayîn û got: “Ji bo vekirina rê gelek daxwaz hene. Em pêşbînî dikin ku îro dîsa ew rê vebin.”
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku " peyamên tund û metirsîdar ji hêzên iraqî gihîştine wan ku dixwazin êrişeke mezin bikin ser başûr û rojavayê Kerkûk û bakurê Mûsilê.
Li ser hesaba xwe ya twitterê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê wiha ragihandibû: “Peyamên metirsîdar ji hêzên iraqî digihîjin me, di nava wan de Heşda Şeibî û Polîsê Federalî amadekariyan dikin bo êrişeke mezin li başûr û rojavayê Kerkûkê û bakurê Mûsilê bo ser Kurdistanê.”
Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek a ser bi Fermandariya Leşkerê Kurdistanê ve di daxuyaniyekê de bersiv da gefên li ser Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek de hatibû gotin: “Ti kes nikare pê bixe nava xaka me û çawan ku me DAIŞ şikand, em dê bi heman awayî rê li her kes û aliyan bigirin, ku bixwazin xaka me dagîr bikin. Em dê Kurdistanê bikin goristana dijminan.”