Qedexeya çûnûhatinê li 15 gundên Amedê hat ragihandin

12-10-2017
RÛDAW
Nîşan Amed Farqîn Qedexe Operasyon PKK
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Parêzgeriya Amedê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku, ji ber operasyonên li dijî  gerîlayên PKKê qedexeya çûnûhatinê li 15 gundên navçeya Farqînê ya Amedê hate ragihandin.

 

Parêzgeriya Amedê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, ev qedexeya çûnûhatinê li wan 15 gundên Farqînê ji îro demjimêr 06.00  ve dest pê dike û heta bi biryareke din ewê berdewam bike.

 

Parêzgeriya Amedê dide xuyankirin ku, ev qedexeya çûnûhatinê bi mebesta parastina jiyana xelkê hatiye ragihandin.

 

Tê zanîn ku piştî agirbest û pêvajoya aşitiyê, di navbera PKKê û dewletê de, di dawiya Tîrmeha 2015an de, têkçû, hikûmeta Tirkiyê li bin navê operasyonên li dijî PKKê, li piraniya deverên Bakurê Kurdistanê, qedexeya çûnûhatinê yan jî herêmên ewlekariyê ragihandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst