Vadî-Doga li warê Siyabend û Xecê ye: ‘Çiya û xwezayê biparêzin’

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke çiyageran a Komeleya Werzişê ya Vadî-Dogayê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê derket lûtkeya Çiyayê Sîpanê.

Çiyager û werzişvanan vê hefteyê dîsa berê xwe da rêyeke dijwar û zehmet a ber bi lûtkeya Çiyayê Sîpanê ve ku wekî warê Siyabend û Xecê tê naskirin.

Serokê Komeleya Vadî-Dogayê Omer Demez dîmenên geşta xwe ji Rûdawê re şandin û banga parastina jîngehê kir.

Serokê Komeleya Vadî-Dogayê Omer Demez got:

“Îro meş û çiyageriya me li Çiyayê Sîpanê Xelatê bû.

Em 26 kes derketin vê rêyê û bi rastî gelekî zehmet bû lê gelekî xweş bû.

Hevalên me hemû derketin serê çiyê. Me zehmetiya wê dît lê dîtina serê çiyê xweştir bû.

Çiya û xwezayê biparêzin.”

Li lûtkeya Çiyayê Sîpanê cemedên bi hezar salan hene ku ti carî nahelin.

“Di bin axê de dimîne”

Demez li ser wan cemedan jî wiha axivî:

“Ev der Şikefta Cemedê ya Çiyayê Sîpanê ye.

Ev cemedên binê erdê ne û gelek dîrokî û kevnar in.

Dîroka wan digihêje çend hezar salan.

Baran û berfa ku dibare axê bi xwe re tîne û ew ax serê cemedê digire.

Berfa ku nû dibare dihele lê ya di bin axê de dimîne.”

Çiyager û werzişvan bi dîtina lûtkeya Çiyayê Sîpanê kêfxweş bûn û li lûtkeyê bi şevê dîmenên bajarên derdorê temaşe kirin.

Çiyagerê bi navê Omer jî hestên xwe wiha anîn ziman:

“Ji bo ku ez hatim serê Çiyayê Sîpanê, ez pir kêfxweş bûm.

Bi rastî rêya me gelekî zor bû lê bi hevalên qenc û delal re xweş derbas bû.”

Çiyayê Sîpanê di mîtolojiya Kurdî û destana Siyabend û Xecê de xwedî cihekî taybet e û gelek stran, çîrok û helbest li ser hatine nivîsandin.