Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê dike: Weşanxaneyên Kurdî bang dikin
Hewlêr (Rûdaw) - PENa Kurd, Komeleya Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) û Komeleya Wêjekarên Kurd bi daxuyaniyeke hevpar banga beşdariyeke xurt a Pêşangeha Pirtûkan a Amedê kir.
Pêşangeha 9emîn a Pirtûkan a Amedê dê di navbera 18-26ê Çiriya Paşîn de li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê bê lidarxistin.
PENa Kurd, Komeleya Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo pêşangehê daxuyaniyeke hevpar da.
Weşanxaneyên Kurdî bi pirtûk, nivîskar û helwesta xwe ya parastina zimanê Kurdî dê beşdarî pêşangehê bibin û bangî xelkê dikin ku li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.
Weşanxaneyên Kurdî diyar dikin ku xebatên çand û ziman hemû beşên civakê têkildar dikin û bi van hewldanan, pirsgirêka ziman û bişaftinê heta radeyekê tê çareserkirin.
Li gorî wan, divê hemû beşên civaka Kurd, ji siyasetê bigire heta aborî û medyayê, li zimanê xwe xwedî derkevin.
#VÎDEO - PENa Kurd, YEW-KURD (Komeleya Yekîtiya Weşangerên Kurd) û Komeleya Wêjekarên Kurd ji Fuara Pirtûkan a Amedê re amade ne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 12, 2025
Saziyên nivîskar û rewşenbîran banga beşdariya Fuara Pirtûkan a Amedê kir pic.twitter.com/5laOndBhhH
“Werin em li bîra xwe xwedî derkevin”
Weşangerên Kurd balê dikişînin ser girîngiya ziman û dibêjin, “Civaka bêziman bê kok e, bê bîr e, civaka bîra wê hedimî gav bi gav ji giyanê azadiyê dûr dikeve. Werin em bi hev re li bîra xwe xwedî derkevin.”
Di daxuyaniyên xwe de weşanxane eşkere dikin ku armanca wan ew e ku bi xebatên çand, ziman, huner û rewşenbîriyê, civakê li reseniya wê vegerînin û didin zanîn ku xwendin di pêşketina hişê mirov û civakê de tevgera herî bi bandor e.
“Berxwedana herî mezin xwendina Kurdî ye”
Weşanxane rexne li wê yekê digirin ku xelk dema xwe û pereyên xwe ji bo her tiştî xerc dike, lê dema mijar dibe xwendin û kirîna pirtûkan "çikûsiyê" dike.
Di berdewamiya daxuyaniyên xwe de weşanxaneyên Kurdî bang dikin ku xelk bi zimanê xwe bixwîne, siyasetê bike û biafirîne û dibêjin:
"Berxwedana herî mezin a li hemberî bişaftinê, axaftin û xwendina Kurdî ye. Ziman ala neteweyan e, ziman metrîsa berxwedanê ye, ziman ezmanê me ye, ziman xaka me ye, ziman doza herî mezin a hebûnê ye."